Her tê zanîn ku ziman, di heman demê de perçeyek ji çandê ye. Çand, bi jiyanê şîn dibe, di jiyana civakê de her çi êş, her çi keser, liv û tevger, her çi hilberîn û afirandin hebin, di zimanê de cihê xwe digirin. Ev jî tê wê wateyê ku, di jiyana Kurdistaniyan de her çi awayî kurm bikeve nava şînbûyînê, kokê wê ne li derva ye, êdî zanayên Kurd vedibêjin ku ew ji me der tê... Ji ber wê, wek gotineke zanyariyê hatiye gotin ku, "Kurmê darê ji darê ye..."
Kurmê Kurdan jî rasterast ji Kurdan bixwe ye. Birastî jî heke çend hezar sal, civakek nikaribe bi awayekî were gel hev, piştgirî bide hev, bibe yek û bibe xwedî îrade, bi vî rengî ji xwe re komelek ava bike, dewlet an jî çi, hevjiyanek, ango sazî û dehgehên xwe ve, rêvebir û hunermendên xwe ve, siyasetmedar û karkerên xwe ve, her çi perwerde dibe, tendurustî dibe, aborî û bi stratejî ya xwe yên derdewletî ya xwe ve, medya û bi her awayî li gor berjewendiyên hemwelatiyên xwe nikaribe komelek ava bike, heke nikaribe temam van tiştan bicih bike, di nav wê darê de kurmek heye û ew kurm jî ne li derva, seranser li wê ye...
***
Ev yek jî, taybet ji nezanîbûna berjewendî ya civakî çiye, der hat. Kurd, heta niha berjewendiyên şexsî ve qîma xwe pê anîn. Bi feraseteke çilmisî û kurt ve tevgeriyan, bi asoyeke teng û reş, bi sekneke xulamî li şûna xwe man. Her kî berjewendiya xwe li ku dît, li wê derê linga Kurdekî din şikand. Her nedîtin ku, nêzîkbûneke bi vî rengî, hişmendiya dagirkerên mezin ya ku li ser serê Kurdan berjewendiyên xwe ya mezin pêk tînin bixwe ye. Ji ber vê yekê her yek ji yekên din re bûn kurm û xwe bi xwe xwarin. Şînahiya Kurdistan işk kirin û roj bi roj jiyan ji wan re teng bû.
Dawiya dawî, di nav vê civakê bela bela buyî de, tevgerek der hat û çavê xwe tûj, asoyê xwe fireh kir, bêhna xwe fireh bikaranî û ne tenê ji xwe re, temam li civakên dinyayê re mêzekir, ne tenê zanyariya çaxê xwe re, temam zanyariya dirokê nêrî, her çi ku ji bo civakan azadî, serpêhatî û şoreş aniye, her çi raman ku civakan re azadî, rizgarî û wekhevî nîşan daye sud girt û ne tenê ji bo berjewendiyên xwe, temam civak, netew û hemû însanetiyê re çi bi kêr tê hilbijart, hin car hewce bû jî ji jiyana xwe da û pîvanên vê jiyanê pêk anî. Ev nêrîn û ev pratîk, ew kurm ku bi sedan sal, hezaran sal xwîna civakê dikoşt derxist û bi awayekî zelal şermezariya kurmbûnê raxist ber civakê xwe. Ji rastiya civakê xwe re rûbirû hat, bê tirs tevgeriya û bi berdelên mezin be jî, tu şiklî biryarbûna xwe berneda, heta vê rojê.
Îja ev roj, kesên ku heta niha feraset û wek civak bi biryarbûna Kurdan dikotin û dikoştin, vêca dibînin ku digel wan dar şîn dibe, darên azadiyê ber bi rojê ruyê xwe ya bi ronahî vedikin û ji kaniyê jiyana azad vedixwin, îja dîtin ku êdî kesên xulamkar nikarin vê darê biçirînin û biqelêşin, je bikin û işk bikin, vêca bêrûtiyeke hê mezin ve li pişta berjewendiyên xwe ya kesane banz didin û wekî ku heta niha li pêy civakeke azad kar dikirin tevdigerin.
Ev yek jî nabe... Bi tu awayekî li cihekî rûnane. Di hêstê wan de, di ruyê wan de, di çavê wan û di pêwvên wan de wek siviktiyek, wek reşitiyek xwe nîşan dide.
Heta niha ku li welatê Kurdistan re nikarûbûn bibêjin Kurdistan, ev roj bi hewldaneke rûreştiyê ve derdikevin li ser ekranan û nava Kurdistan bikartînin.
Heke tu dîrok nezanîbî û hay ji xwe nebî, tuyê bejî qey bi berdêla canê wan, ji aliyê pergala dagirkeriyê ve rastiya Kurdistan hatiye pejirandin. Ev kesana, hê devê wan di zikê dara şîn de bû jî, hê xwîna dara Kurdistan dimijiyan jî, her tim durû bûn. Wek mînak ji wan yek, îro çend roje ji bo şaredariya Amedê namzetiya xwe hatiye îlan kirin, derketiye ser ekranan û dibêje "Nava warê Kurdan Kurdistan e..." Ev kesana, gava ku li Roboskî 19 zarok jî di nav de 35 însanên Kurd bi balafirên pergalê ve hatibû bombebarankirin jî, dengê xwe dernedixistin û nikarîbûn jî bêjin Roboskî, digotin "Dobroskî."
***
Di nav ramangerên ku amadekariya şoreşa Fransiyê de serê xwe êşandîbûn, ji wan yek jî Jean-Jacques Rousseau bû. Li gor Rousseau (Russo), ji bo ku însanek bibe têgihîstî, dive berî her tiştî peywira xwe ya hemwelatiyê ber pê bîne. Heta ku şert û mercên hemwelatiyê nehat cih, zanabûn, têgihîştî, fezîlet û rêmangerî jî nayê tu wateyek.
Ji ber wê jî fezîlet, fezîleta hemwelatiyan e. Têgihîstin, bi her awayî têgihîştina însanên azad e. Ew însan jî divê liv û tevgerê xwe, wek bi awayekî rizgar û serbixwe pêk bîne. Birastî jî encex piştî wê, însanetî û duvre jî hemwelatî çê dibe û civakeke rizgar û serbixwe jî tenê bi vî şert û mercê ve pêk tê. Hiqûq jî encek li ser vê zemînê dikare were damezrandinê.
Yên ku li Kurdistan çêdibe jî ev yek e. Hemwelatî, hişmendiya azadiyê û sekna serbixwetiyê êdî ewqasî hêz girtiye ku, tu car û tu kes, bi tu awayekî rûmet û qîmetê nade ji kesên bêkesayet re...
Dara Kurdistan êdî ji kurman pê hesiya ye...
Rojbaş kurmno!..
"Kurmê darê ji darê ye..." Ev pêşgotî, taybet jî di nav civaka Kurdan de, bi zimanê Kurdî zayî ye. Gelo ji ber çi? Sedema vê yekê çiye?