Ayşe Aslan ya ji Duzceyê vegeriya Mêrdînê û esnafî kir ev sê sale dukana xwarinê vekiriye. Ayşe bi çêkirina xwarinan debara xwe dike û ji ber navê dukana wê ‘Rojdame’ her tim ji aliyê zabiteyan ve rastî tehdîdê tê. Ayşeyê daxuyakirin ku esnaf ji ber navê dukanê û rengên kesk, sor û zer neheretin û got navê keça wê ji aliyê zabiteyan ve wek propagandaya rêxistinê dibîne û got dema ew rengan raneke zabita wan tehdîd dike. Ayşeyê 24 sal berê keça xwe û li pey wê jî hevjînê xwe wenda kiriye û ji Duzceyê vegeriyaye ser axa xwe. Xeyala herî mezin ev bû ku navê keça xwe ya jiyana xwe ji dest daye li dukanê bike ye. Ayşe piştî li Mêrdînê bicih dibe navê keça xwe Rojdayê li dukanê dike. Ayşeyê wiha got: “Me xwest reklama me rengîn be. Piştî qeyûm hat tayînkirin şûnde zabite di 5 rojan carekê de tên û me tehdîd dikin. 


 MÊRDÎN