Hîna destpêka şevê bû, dilopên baranê hûr dibariyan. Çawa gihiştin lutkeyê yekser dora xwe kontrol kirin, aliyên ku mumkine îşev êrîş jê bên tesbît kirin û li gora wê jî tedbîrên xwe yên parastinê girtin, sîstema nobedariyê diyar kirin û dest bi girtina nobetê kirin.

Piştre nû li jiyana xwe zîvirîn. Ji ber sermaya zêde ya hewayê û nînbûna çadiran destpêkê ji êzingên ku ji gundan kom kiribûn agir dadan. Ji derveyî nobedaran her kes li derdora agir kom bû, bêhna xwe vedan, çayek kelandin, xwarin amade kirin, danîn ser axê û bi hev re xwarin xwarin. Hinek şervanan jî li ser kozaran ji xwe re nan germ kirin û wisa xwarin. Li ber dilê wan tehma wî nanê tisî li ser axa wî girî hêjayî her tiştî bû.

Her ku wext derbas bû ewr hîn zêdetir kombûn û baran dijwartir dibariya. Şansê wê komê ku saet 23’ê şevê çadir gihîştin wan. Di wê tarîtiyê de ji bo karibin şeva xwe bidomînin neçarbûn li ber baranê çadirên xwe vekin. Lê hemû şervanên ku heya niha tenê şerê bajar dikirin di vekirina çadiran de biyanî bûn. Li gora derfetên xwe li derdora çadirê çûn û hatin û dawiyê vekirin. Betanî û lihêfên xwe li ser wê xaka şil raxistin û hinek avêtin ser xwe. Şervanên jin û xort ji ber derfetên xwe yên kêm neçar man ku di bin çadirekê de xew bikin. Di vê navberê de her nobedar dihat guhertin û cihên nobetê vala nedihatin hiştin.

Serê sibehê, gundiyê Şêxçopanê yê bi navê Mehmûd ê ku dev ji Kobanê bernedabû û li rex YPG’ê disekinî agir dada. Şervanên din jî ketin nava tevgerê de, komek çû gundê Qejer a jêrîn û av anîn. Gurûpek ji şervanan jî giyayê xerdel kom kirin û pijandin. Piştre herkesî pevre xwarina xwe xwar. Ne tenê wisa, ji ber erka leşgerî şervana dest bi çêkirina çeperên xwe jî kirbûn. Her wiha çekên xwe paqij dikirin û gundên dora xwe keşif dikirin.

Lê ya herî balkêş hemu kesên di wê grupê de ji şervanên YPG’ê û herêmiyên Kobanê, di bin zexta hewayê de jî her germahiya rizgarkirin û dîtina van deveran jiyan dikirin. 



NEHÎR PALE/ANHA/KOBANÊ