Nalîn Acar: Film behsa du jinên Kurd dike ku li metrepolan dimînin. Ew tenê ji ber cil û bergên xwe û ji ber fikrên xwe hatine terorîzekirin. Di filmê de peyama tê dayîn ew e ka di rojeke ji rêzê ya van jinan de ew çawa wekî objeyeke terorê hatine nîşandan.
Filma “Rojek Ji Rêzê” wê cara yekê li Mihrîcana Filmên Kurd a Stenbolê di 8’ê Adarê de bê nîşandan. Derhênera Filmê Nalîn Acar, bang li her kesî kir da ku di 8’ê Adarê de beşdarî mihrîcanê bibin.
Mihrîcana Filmên Kurd ku ji aliyê Sînemaya Mezopotamyayê ve hat organîzekirin îro deriyê xwe ji sînemahezan re vedike. Mihrîcana ku vê salê cara 1’emîn tê lidarxistin di navbera 6 û 10’ê Adarê de li Hola Sînemaya Mezopotamyayê ya li Beyogluya Stenbolê tê lidarxistin. Di çarçoveya mihrîcanê de, wê 33 film û belgefilm bên nîşandan. Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de jî wê tenê filmên ku ji aliyê jinan ve hatine çêkirin bên nîşandan.
Filma bi navê “Rojek Ji Rêzê” ku filmeke kurt e jî wê cara yekê li vê mihrîcanê di 8’ê Adarê de bê nîşandan.
‘Ji bo ku em karibin nîşan bidin me sansur kir’
Nalîn Acar a ku bi Adar Taş re berpirsiyariya derhêneriya film girt ser milên xwe, diyar kir ku wan piştî perwerdeya sînemayê ya 6 mehan senaroyoya vê filmê nivîsandine. Nalîn diyar kir ku wan senaryo bi Kurdî nivîsandiye lê ji bo ku destûra li derve karibin hin beşên filmê bikişînin, wan Tirkiya film jî amade kiriye. Nalîn Acarê wekî din anî ziman ku ji bo ji cihê miracaetê, karibin destûrê bigirin, wan car caran di senaryoyê de guhertin jî kirine û ji mecbûrî xwe sansur kirine.
Eziyeta li filmê jî dibû film
Nalîn Acarê anî ziman ku li gel sansurê jî li gelek cihan ji wan re destûr nehatiye dayîn û wiha peyivî: “Di navbera rewşa dawî û ya destpêkê ya film de guhertineke mezin çêbû. Peyama me xwest em bidin, me da, lê em li gelek cihan bi astengiyan re rûbirû man. Tenê me beşa pişt kamerayê bigirta wê ew jî bibûna filmeke baş.”
Nalîn Acarê di dewamê de anî ziman ku ew peyama ku wan dixwest bi filmê bidin, ha naveroka wê di dema girtina dîmenên filmê de hatine serê wan. Li ser vê ezmûna xwe jî wê got, “Film behsa du jinên Kurd dike ku li metrepolan dimînin û jiyana li wan hatiye ferzkirin, nikarin qebûl bikin. Ew tenê ji ber cil û bergên xwe û ji ber fikrên xwe hatine terorîzekirin. Di filmê de peyama tê dayîn ew e ka di rojeke ji rêzê ya van jinan de ew çawa wekî objeyeke terorê hatine nîşandan.”
Di rojek taybet de Rojek ji Rêzê
Nalîn Acar anî ziman ku kela canê wê gelekî rabûye ji ber ku cara yekê ev filma wê dê bê nîşandan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku em filma xwe li cihekî taybet û di rojeke taybet de didin nîşan jî, ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Di 8’ê Adarê de bi hevrebûna bi gelek jinan re ji bo me gelekî girîng e. Em bang li her kesî dikin da ku bên beşdarî mihrîcanê bibin.”
JINNEWS / STENBOL