Di rojên filman de gelek filmên xelatgirt jî di navbera 25-31´ê Gulanê de hatin nîşandan. Rojên Filmên Kurdî bi nîşandana belgefîlma “Jiyana min her şer bu, Sara’ a li ser jiyana Sakine Cansiz a li Parîsê qetilkirî destpê kiribû.

Roja dawiyê ya vê çalakiya çandî de kurtefîlma ‘Mast’ hat nîşandan û pitî wê jî belgefîlma Bakur behsa jiyana gerîlayên PKK´ê kir. Beriya nîşanda Bakur, ji komîteya amadekar nivîskar Anja Flach peyivî û bi bîr xist ku 31´ê Gulanê salvegera roja jiyana xwe jidestdanî ya Uta Scheniderberger û Ekin Ceren Dogruak e û ew pêşandana filma Bakur diyarî wan dikin. Flach wekî din bi bîr xist ku pêşandana vê filmê li Tirkiyeyê qedexe ye û bi nîşandana filmê li Hamburgê wan xwestiye bibêjin, ew qedexeyan qebûl nakin. 

Di çarçoveya Rojîn Filmên Kurdî de wekî din ‘Jiyana Min Her şer Bû’, ‘Klama Dayika Min’, ‘Zimanên çiya’, ‘Beriya Beffê’, ‘Ji Şahî re Name’ û gelek kurtefilm û filmên metraj dirêj hatin nîşandan. Roja yekşema bihurî jî ji bo zarokan seansên taybet hatin organîzekirin.


Dahat ji malbata hevpar re

Berîvan Upçîn jî axaftina bi dawîkirina rojên filmên Kurdî kir, ji ber elaqeya nîşandayî malavahiya xelkê kir û got, dahata ji nîşandana filman bi dest ketî ew ê di ser Komeleya Rojava ve bigihînin malbatên mexdûr ên li cihên xwerêveberiyê. 


 HAMBURG