Çelê diyar kir, welê li artêşa Tirk bûye ku ji bejahî ve nikare şer bike û got, “Teknîk û tedbîrên artêşê nikarin pêşî li gerîla bigirin. Ji xwe pêşîgirtina li çûn û hatinê, sefsete ye. Ji ber ku gerîla li her derê ye. Li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, li her devera Kurdistanê ye. Bi propagandaya derewan hewl didin vê rastiyê veşêrin, lê bi kêr nayê. Ji ber ku gerîla rojane li her cihî çalakiyan lidar dixe. Artêşa Tirk û çeteyên AKP’ê ne tenê li ser sînor, li her cihî derban dixwin. Herî zêde jî li ser sînor kuştiyan didin.”


‘AKP têkçûna xwe vedişêre’

Fermandarê HPG’ê Felat Çelê da xuyakirin, ku ji ber çalakiyên bi bandor ên gerîlayên HPG û YJA Starê, AKP gelek kuştiyan dide û vê yekê ji raya giştî vedişêre. Çelî got, “Li dijî artêşa dewleta Tirk gelek çalakiyên bi bandor hatin kirin. Gelek kuştiyan didin. Lê belê van kuştiyên xwe ji raya giştî vedişêrin. Eger çapemeniyê bi têrkerî cih bida rastiyan, wê AKP nikarîbû ev yek veşarta. Lê belê temamiya çapemeniya Tirk bi nûçeyên derewîn hewl dide civakê bixapîne. Girîng e çapemeniya azad a di çarçoveya azadîparêzî û demokrasiyê de tevdigere, rastiyan hîn xurtir ragihîne. Mînak; di çalakiyeke sabotajê de deh lekşer dimirin. Lê qenalên televîzyonê herî zêde 2 kuştiyan didin. Wesayît parçe parçe dibe, kes bi saxî jê nafilite. Çawa çêdibe di wesayîteke 10-15 tê de ye û wesayît parçe parçe dibe de, bi tenê 2 kes dimirin? Nûçeyên ji bo xapandina civakê ye.”
Çelê da zanîn, gerîla roj bi roj xurtir dibe û got, “Rewşa artêşa Tirk jî li holê ye. Hêz pê re nema ye ku li bejahiyê şer bike. Tişta bi tenê di dest de ma ye, teknîk e.”


‘Erdogan rastiya berovajî dike’

Çelê komkujiyên çeteyên AKP’ê di zivistanê de li Bakurê Kurdistanê li hemberî berxwedana xwerêveberiyê kir, bibîr xist û wiha dewam kir: “Qaşo wan PKK qedandin. bi propagandayeke bi vî rengî serketina xwe îlan kirin. Baş e, çi bû?
Li Kurdistanê bi hatina biharê re çalakiyên gerîla destpê kir. Artêşa Tirk û çeteyên AKP’ê gelek kuştî dan. Bi navê ‘serfermandar’ Recep Tayyîp Erdogan ê ku şer kordîne dike, bîlançoyê dide. Eger mirov vê bîlançoya wî bi rengekî berevajî fêhm bikin, hingî mirovê agahiyên rast bi dest bixin.”
‘Tirkiye ber bi aloziyeke mezin ve diçe’
Çelê bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê darbeyê de AKP hişyar kir û got, “Pirsgirêkên niha AKP dijî, pirsgirêkên sivik in. Pirsgirêkên girantir li pêşiya Tirkiyeyê hene. Rêbertî dema digot, ‘eger di neçareseriyê de israr bikin wê mekanîzmaya darbeyê bikeve dewrê’ kaosa heyî ya li Tirkiyeyê vê pêşdîtin û hişyariyên Rêbertî piştrast dike. Xuya ye serê wan tevlîhev bûye. ‘Artêşa bi heybet a Tirk’ rezîl bûye. Şeref û rûmeta leşkeran binpê bû. Li şûna ku Serokê Fermandariya Giştî îstifa bike, bêyî li ber xwe bikeve û ji xwe fedî bike, derket pêşiya kamerayan. Artêşek ku şeref û rûmeta xwe ji dest da be, zehmet şer bike. Bi tenê çeteyên çekdar ên Recep Tayyîp Erdogan man e. Ji xwe mirov nikarin bêjin ev çete bi rastî dikarin şer bikin. Dibe ku ji aliyê kuştina mirovên bêçek ên sivîl ve kujer bin. Lê belê li pêşberî gerîla nikarin tiştekî bikin. Lewma ji teknîka xwe bawer in. Lê teknîk bi mejiyê mirovan ve hatiye afirandin. Lewma yê ku vê teknîkê pûç bike jî mejiyê mirovan bi xwe ye.”
Ji bo cerdevanan hişyarî
Çelê bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî cerdevanan û ji wan xwest, ku neyên lîstika dewleta Tirk. Çelê got, “Bila xwe ji komkujiya birayên xwe vegirin. Di vê xusûsê de wê bi ti awayî zerara me li wan nebe. Gerîla di vê mijarê gelekî bi hesasî tevdigere. Pêwîste ev yek baş were zanîn.”
Felat Çelê herî dawî bang li ciwanan kir ku biherikin nava refên gerîla û ji gel jî xwest ku ji her demê bêhtir xwedî li têkoşîna azadiyê derkeve.


JIYAN AMARGÎ / ARGEŞ SERHAD / ANF / ZAGROS