Kurdistaniyên li Elmanyayê ji bo ku piştgiriyê bidin çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger û bi heman daxwazan meşên dirêj organîze dikin. Meşa li NRW wê bi mîtînga li ber palamana eyaletê bi dawî bibe.
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên bi heman armancê li bajarên Elmanyayê Duisburg, Bonn û Hamburgê meşa dirêj dest pê kir. Meşa Duisburg û Bonnê wê bi mîtînga li ber parlamena eyaleta NRW ya li Dusseldorfê bi dawî bibe û di dema ya li Hamburgê de jî wê îro mîtîng li ber parlamena eyaletê ya Hamburgê bê lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê, li eyaleta Nordrhein Westfallenê li bajarê Duisburgê meşa dirêj dest pê kir ku wê heta 9´ê Sibatê dewam bike. Meşvanan, pêşî li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) rêz girt.
Baskekî meşê li Bonn-Koln-Dusseldorfê, baskê din jî li Duisburgê dest bi meşê kir. Meşvan wê 9’ê Sibatê li ber DGB Hausê ya li Dusseldorfê bicivin, ber bi Parlamena eyaletê ve bimeşin û li wir mîtîngekê li dar bixin.
Polîsan beriya destpêkirina meşê dor li NCDK’ê girt û xwest pêşiyê li beşdariyê bigirin. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de jî wan xwest girseya gel a hewl dida posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hilde, provoke bike.
Beşa doh a meşê saet 16’an bi mîtînga li ber gara trenê ya Duisburgê qediya. Îro saet 10’an meş wê di roja xwe deuyemîn de dewam bike.
Polîsên Erdoganî li NRW´ê
Polîsên Elman ku bi kirinên xwe yên li dijî Kurdan qanûnên xwe jî binpê dikin, doh hewl da Mûstafa Tûzak destgîr bikin. Tûzak li Duisburgê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Di dema daxuyaniya çapemeniyê ya meşvanan de 20 polîsan avêt ser çalakiyê. Polîsan bi hinceta ku êlekê bi wêneyê Ocalan lê ye, hewl dan Tûzak destgîr bikin. Li ser nerazîbûna xebatkarên komeleyê, polîsan agahiyên nasnameya Tûzak wergirt û çûn.
Rêveberên komeleyê diyar kir ku destwerdana polîsan “nehiqûqî ye” û ew ê giliyê wan li dadgeriyê bikin.
Tûzak ev 26 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.
Bang li parlamena Hamburgê wê bikin
Ji bo şikandin û protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan û piştgiriya berxwedêrên bi grevan re li bajarê Hambûrg ê Elmanmyayê meşa dirêj a 3 rojan doh destpê kir.
Meşa Dirêj a li Hambûrgê, ji pêşiya stasyona trenê ya Neu-Grabenê destpê kir. Ji Hambûrg û Kielê 50 kes beşdarî meşê bûn. Beriya meş destpê bike rêz hate girtin û daxuyanî hat dayîn.
Bi destpêkirina meşê re dirûşmên ku rejîma Erdogan şermezar dikin û daxwaza azadiya Ocalan, hatin gotin. Roja yekem a meşê wê li semta Wilhemsburgê bi dawî bibe.
Çav li rê ye ku sibe li pêşiya Parlamena Hamburgê saet 10:00’an mîtîngek bê kirin. Meşvanên meşa dirêj, wê roja Şemiyê jî li pêşiya gara trenê ya Sternchanzeyê, wê beşdarî çalakiya bi armanca piştevaniya bi Rojava re bibin. Ev çalakiya hanê, bi destê organîzatorên Elman ên ku xemxurên Rojava ne, tê lidarxistin.
DUISBURG/HAMBURG