Rojev wisa bi lez û bez e, mirov bi rojane jî binivîse, nagihîje rojevê, Hima bigire her kêlî û saet mijare û rûdaneke nû derdikeve. Carna mirov vê re nagihîne ku bişopîne jî. Jiwê em tenê çend xalên girîng derxin pêş.

Berê em kongre û hevsokatiyên KCK û Kongra Gel li hemû gelê me û li tevahiya Rojhilata navîn pîroz bikin. Ev di warê rêveberiya birêkxistinî û saziyan de merheleyeke dîrokî, gaveke mînak û şoreşeke nûjen e.
Şoreşa Rojava ku li Rojhilata Navîn, xwerû li Suriyê wek alternatîva sêyemîn ya serbixwe û li ser bingehê hevgirtina gelan pêkhatî, serkeftineke bi rûmet û mînak e. Vê şoreşê salekê li pey xwe hîşt. Ev şoreşa bi rûmet û sivîl li gelê me, li mirovahiyê pîroz be. Divê ne tenê gelê me tevahiya mirovahiyê li vê şoreşê xwedî derkeve.
Maşeyên destên paşverûtiya Rojhilata Navîn yên di bin perê El Qaîde û ên wek wê de bi fermana serkarîyên mezhebî û nijadperest herê carê ji aliyekê ve êriş dikin. Her çendî gelek caran li Serêkaniyê têk jî çûbûn, careke din êrişkirin, lê li hemberê vîna gelê me YPG dîsa têkçûn. Em YPG û gelê xwe yên li Serêkaniyê pîroz dikin.
Li hember van serkeftinên gelê Kurd, çapemeniya AKP û Fetullahî bi tirs pêlê alarmê kirin, ku dewletê tiz bikin û rêya provokasyonan vebikin. Internet Haber ev nûçeya Serêkaniyê wisa daye: „Şok PKK a Suryê ber bi sînorê me dimeşe!”
Hêviyên li başûr civandina kongreya netewî ya berzbûyî wek mizgînî digihîje me. Em hêvî dikin ku dê vê carê em Kurd di vî warî de bi serkevin û wek yekitiyekê derkevin hemberê cihanê ku daxwaziyên xwe bi cihanê bidin pejirandin.

Pêvajoya çareseriyê
Tevgera Azadî ji bo serkeftina vê pêvajoyê û vê pêvajoyê ji bo berjewendiyê gelê me bi awayekî serkeftî bigihîne encamê, hemû fedekariyan dike, li ser azmûnên bi dehan salan tevdîrên xwe jî digire. Ev jî bawerî dide gelê me.
AKP û cemaet di rastiyê de ne di wê kapasîteyê de ne ku bikanin ji bin barên pêvajoya çareseriyê derkevin. Ji wê bi hemû sextekariyên xwe ve dixebitin ku li aliyekî tekoşîna gelê me têk bibin, li aliyê din li ser ranta pêvajoya çareseriyê rûnin. Lew re karê wan dekbazî, sextekarî û takiye ye.
Wan sedî nod û nehê çapemeniya Tirkiyê girtine bin kontrola xwe, wê wek ahtapot û tevna pîrhebokê li tevahiya Tirkiyê û Kurdistanê alandiye. Wê çeka manîpulasyonê bi her awayî ji bo takiyekirinên xwe bikartîne. Ev çapemeniya bê singc û rêbaz bi nûçeyên aspargas bi her awayî dixebitin ku vê pêvajoyê ji bo berjewendiyên AKP vala derxe.
Gava mirov bi giştî li helwest û gotinên wan dinêre, bi hêsanî têdigihîje ku her çendî rewşa heyî ne destdayî be jî, ew hê jî wê xewna modela Sirîlankayê dibînin û hemû amadekariyên xwe li gor şereke wiha pêktînin. Çêkirina kara /kalekolan, kirîne çekên îmhakirinê, berfirehkirina cerdewaniyê.
Bi zanistî di werê tendûristî û hêsankirina şertên Serokê gelê Kurd Birêz Ocalan de gavan navêje û vê wekî şantajekê bikartîne. Ango tenê li boneyan digere ku Tevgera Azadî vê pêvajoyê bide rawestandin.

Elewitiya Erdogan
Li Tirkiyê tenê çarçoveyeke nêrînê heye, ew jî; çarçoveya sentêze tirk îslam e. Hima bigire beşeke Kurdan jî di nav de her kes tenê di nava vê çarçoveyê de li diyarde û rastiyên cihanê dinêrin, lema jî rastî û diyardeyên derê vê çarçoveyî nabînin, bibînin jî reş dikin.
Li cihanê di warê baweriyê de gelek sîstemên cûda hene. Wek mînak; sistema baweriyên Mezopotamya (êzîdî, Elewî, yarsanî) û koma baweriyên Qudus-Yêmen-Misir(cihu,xiristiyan, îslam) ji hev pirr pirr cûda ne. Lê ew hemûyan di nava wê çarçoveya xwe de dinirxînin. Ji ber vê egerê jî, bi sedan salan e ku ev dewlet, ev derûdor dixebitin ku Elewitiyê wek beşeke îslamê nîşanbidin û wê îslamîze bikin.
Berê Fetullah gotibû, bila mizgeft û cemxane di nava avahiyekê de be/ yan jî li gel hev be, niha jî Erdogan di nava wê çarçoweyê de Elewîtî bi Hz. Elî ve girê da û îdîa kir ku ew jî Elewî ye. Xwedê hemû baweriyan ji kesên wiha biparêze.
Elewiyên rê şaşkirî, CHP yî û ulusalcî li cemxaneyên xwe wêneyê Kemal A. li gel wêneyê Elî darve dikin, tirsa min ew e ku wê ev helandin pêşkeve û wêneyên Erdogan jî darvekin.