Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ku beşdare bernameyekî televizyonekî bû mijarên di rojevê de nirxand. Arinç, da zanîn ku di paketa amadekirine de raporên Heyeta Mirovên Aqilmend esas girtine, wiha got: “Heta îro di qanûnên me de hin hikûm hene. Lê ev têr nayên dîtin.” Arinç, destnîşan kir ku dê paket di meha cotmehê de bikeve meriyetê. Arinç, anî ziman ku wan xebatên xwe ji sala 2002’an ve pêkanîne û ne di bin bandora hin kesan de meşandin e. Arinç, derbirî ku mijara perwerdehiya zimanê zikmakî ne di rojeva wan de ye û ev tişt gotin: “Ji bo hînkirina zimanê zikmakî mevzuatên me musaîdîn. Di mijara ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî de ji bilî BDP’ê îtîraz hene. Ew mijar di rojeva me de tune ye. Gelek zanîngehên me de li ser wêjeya zimanê kurdî mezun dane. Em dê wan ji bo dersên kurdî yên hilbijêr a dibistanan de wek e mamoste deyinin. Di TV û radyoyên heremî de pirsgirêk tune ye. Mijara hînbûnê ji bo me girîngbû. Zimanê fermî Tirkî ye.”
ENQERE