Bi armanca pêkanîna yekîtiya neteweyî, Koma Civakên Kurdistanê KCK, di çarçoveya rêze serdanên xwe de serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê kir.
Şandeya bilind a KCK’ê doh danê sibehê bi serpereştiya Berpirsê Têkiliyên Derve yên KCK’ê Serhed Varto, serdana baregeha Komeleya Îslamiya Kurdistanê li bajarê Silêmanî kir. Şanda KCK’ê ji aliyê Berdevkê Meclîsa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbiwar Hemed û şandeya li gel ve hat pêşwazîkirin.
Piştî civînê aliyan daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serhed Varto axivî û got: “Li gorî me yekîtiya neteweyî tenê bi aliyekê pêknayê. Ji ber wê me wek KCK´ê biryar da ku erkê ser milê xwe pêk bînin.” Piştre Berdevkê Meclîsa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed jî li ser serdanê got, “Me projeya wan wergirt û em ê lêkolînên xwe li ser bikin. Piştre em ê fikrê xwe li ser diyar bikin.”
SILÊMANÎ