
Li bajarên Elmanyayê Hannover, Berlîn û Darmstadtê, Kurdistanî û dostên wan roja Şemiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî çalakî li dar xistin û statu ji bo Kurdistanê xwestin.
Li bajarê Hannoverê, bi rasthatina 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cihanê, Kurdistanî û dostên wan bi şîara “Azadî ji Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî re” roja Şemiyê meşiyan.

Bi qasî 500 kesên ji bajarên Hildesheîm, Peine, Braunschweîg, Salzgitter, Wolfsburg, Nienburg, Hameln, Gifhorn, Celle û Walsrodeyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hannoverê meşiyan, dirûşme gotin û belavok belav kirin.
Li Ernst-August-Platz ji bo bibîranîna şehîdên şoreşê li ber sirûda “Çerxa Şoreşê” deqeyekê rêz hate girtin û piştre meşê dest pê kir. Di meşê de pankartên li ser wan nivîsandî “Em fikaran dike derbarê jiyana Ocalan de”, “Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re”, “Abdullah Ocalan nûnerê sereke yê Kurdan e, azadiya wî azadiya me ye”, “Azadiya Abdullah Ocalan misogeriya azadî, aştî, demokrasî û mirovahiyê ye”, “Serî hilde” û alên TEV-DEM’ê hatin hilgirtin.
Mejiyê qedexeker ê dewleta Elman
Li meydana Steintorplatzê, polîsan dest li jin û ciwanên ku flamayên bi nivîsa “Azadî ji Abdullah Ocalan re” werdan û ji ber vê yekê aloziyeke demkurt rûda.
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahir Koçer li çalakiyê axivî û nerazîbûn nîşanî mejiyê qedexekar ê dewleta Elman ê li dijî Kurdan da.
Bi heman rasthatina 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê li paytexta Elmanyayê Berlînê jî xwepêşandanek hat lidarxistin. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan û hemû girtiyên siyasî kir.
Erdogan bisekinîne!
HDK-Berlîn Brandenbûrgê xwepêşandan organîze kir û NCDK-Berlîn, Meclîsa Jinê ya li Berlînê DEST-DAN, Partîzan, ATÎK, DÎDF, Komîteya Solî û Çep û Kesk, destek dan çalakiyê.

Mîtîng li Hermannplatzê lpêk hat. Xelkê pankarta li ser nivîsandî “Azadî ji Ocalan re” û “Mafên mirovan îstîsna ye, Erdogan bisekinîne” hilgirtin.
Hevberdevkên HDK Brandenbûrgê Zubeyde Bîlget û Rêzan Aksoy, bi navê Komîteya Solî Dr. Nick Brauns, li ser navê Meclîsa Jinê ya Berlînê DEST-DAN´ê Melek Yûla, ji Kesk Sor Nazan Haefker û nûnerê NCDK-Berlînê axivîn.
Qisekeran komkujî, zext, girtin û binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê şermezar kir û xwestin Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî tavilê bên berdan.
Zend û bendan bade CPT!

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî Kurdistanî tevî barîna berfê jî daketin meydanan, daxwaza azadiya Ocalan kirin û êrişa li ser Mexmûrê şermezar kirin.
Endamê Meclîsa Gel a Darmstadtê Mehmet Çoban li mîtîngê axivî û êrişa li dijî Mexmûrê şermezar kir û xwest, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.
Çalakgeran tim ji bo azadiya Ocalan dirûşm gotin û ji CPT´yî xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime

Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê, bi wesîla 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cihanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xist.
Meşa Kurdistaniyan ji meydana Norra Bantorget a li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê dest pê kir. Çalakgeran wêneyên Ocalan û alên PKK, KCK û YPG/YPJ hilgirtin û daxwaza azadiya Ocalan kir. Her wiha belavokên agahdarkirinê jî hatin belavkirin. Xwepêşandêran bi dirûşmên "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "PKK gel e gel li vir e", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin" daxwazên xwe anîn zimên. Piştre li meydana Norrmalsmstorgê mîtîngek hate lidarxistin. Li vir li ser navê Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê, Ayşe Goktepe axivî û bi bîr xist ku Ocalan ev 19 sal in bi awayekî şidandî tê tecrîdkirin û îradeya gelê Kurd temsîl dike, û doza tavilê serbetsberdana wî kir. Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî Karwan Saîd li vir peyivî û da xuyakirin ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên mohra xwe li bin daniye, binpê dike û tecrîd şermezar kir.
Saîd bang li civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewrûpa û hikûmeta Swêdê kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.
STOCKHOLM
Li Franseyê jî Kurdan got Ocalan azad bikin

Li bajarên Franseyê Parîs, Marsîlya û Bordeauxê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Marsîlyayê, bi şîara "Azadiya Rêberê me azadiya me ye" meşiyan.
Meşa li meydana Cenabeerê dest pê kir û li meydana Vieux-Portê veguherî mîtîngê. Çalakgeran gelk belavok jî belav kirin.
Bi heman armancê li Bordeauxê jî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşma "Xwedî li Rêberê xwe derkeve" li meydana Place de la Bourse pêk hat û bi sedan kes beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakgeran bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir ku êdî bêdeng nemîne.
Xemsariya CPT û Konseya Ewrûpayê
Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê jî, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û mîtîngek li dar xistin.
Çalakî bi banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) şemiyê saet 16:00´an li ber Gar de I'Est bi meşê dest pê kir. Pankarta li ser nivîsandî "Azadî ji Ocalan re" hat hilgirtin û bi sedan belavokên li ser tecrîdkirina Ocalan hatin belavkirin.
Girseyê li meydana Stalîngradê, mîtîngek li dar xist. Endamê Desteya Dîwanê ya KCDK-E´yê Mûrat Ceylan li vir bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewrûpayê ku 50 roj in dewam dike û xemsariya CPT û Konseya Ewrûpayê şermezar kir. Ceylan got, "Heta ku tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe û ew azad bibe, çalakiyên me wê bi berfirehî dewam bikin."
PARÎS