
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, “Gava destpêkê ya biryara şer a li dijî gelê Kurd, redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê bû. Piştre jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd hat şidandin. Ji hingî ve Rêber Apo ne kariya malbata xwe, ne jî parêzerên xwe bibîne. Ne jî bi kesî re têkilî daniye. Ji ber ku ev pêkanîna li dijî Rêber Apo tê wateya şerê li dijî gelê Kurd, ev sal û nîvek e şerekî dijwar li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tê meşandin. Têkiliya navbera nêzîkatiya li Serok Apo û şer, ev sal û nîveke baştir hatiye dîtin.”
‘Fikar di asta heri bilind de ne’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser fikarên gelê Kurd û tevgera azadiyê yên li ser tecrîda giran û hat gotin, “Lê belê ji 15’ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê û vir ve fikarên gelê me û tevgera me ya azadiyê li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo derketine asta herî bilind. Bi taybetî, nirxandinên Rêber Apo yên li ser Fethûlahiyan ku tê gotin hewl dane darbeyê bikin, yek ji sedemên bingehîn ên fikarên me ne. Ji ber van nirxandinan, eşkere ye ku di hewldaneke darbeyê de wê bixwazin Rêber Apo hedef bigirin. Ekîbeke ku bi bombe, helîkopter û tankan gule û bombe li sedan mirovan barandin, kî dikare bêje ku wê Îmraliyê hedef negire? Raya giştî ya Tirkiyeyê tev dizane, Fethûllahî ji bo dewletê bi dest bixin, bi salan di asta şampiyoniyê de dijminatî li Apo û PKK’ê kirin. Ev rastî hemû nîşan didin, ku divê em karibin derhal ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê bigirin.”
‘Hemû hewldanên serdanê hatin kirin’
KCK’ê bibîr xist, ku malbatê û parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re gelek caran serlêdan kirine, lê belê hemû hatine redkirin û got, “Piştî hewldaneke bi vî rengî ha darbeyê, mafekî însanî yê bingehîn e ku malbat û parêzer bixwazin Rêber Apo bibînin. Bi redkirina daxwaza hevdîtinê ya malbatê û parêzeran re, mafê bingehîn ê mirovan tê binpêkirin.”
‘Rojeva sereke ya tevgera me ye’
Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Piştî hewldana darbeyê ku rê li ber mirina bi sedan însanî vekir, tevî ku tevahiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê xwestin li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin, bi israr ev daxwaza hevdîtinê nayê qebûlkirin. Ev rewş, fikarên gelê me û tevgera me yên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo zêde dike.
Di rewşeke ku bi ti awayî agahî jê nayê standin de, êdî bêwate ye ku bê gotin ‘bila li Îmraliyê hevdîtinan bikin, bi Rêber Apo re muzakereyê bikin’. Di demekê de, ku em bi ti awayî li ser ewlekarî û tenduristiya Rêbe Apo agahiyan nagirin, rojeva sereke ya tevgera me ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ye. Erka sereke ya gel û tevgerekê, xwedîderketina li Rêberê xwe ye. Gel û tevgereke xwedî li Rêberê xwe dernekeve, nikare xwedî li azadî, demokrasî, welat û gelê xwe derkeve. Lewma heta ku em agahiyeke pê bwer ji tenduristî û ewlekariya Rêber Apo werbigirin, rojeva sereke ya tevgera me wê ev be.
Tenduristî û ewlekariya Rêber Apo pirsgirêka herî bingehîn a siyasî ye. Eger pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd be, hingî rewşa Rêberê Gelê Kurd jî yekser pirsgirêkeke siyasî ye. Ji xwe ev deh sal in gelê me û tevgera me dibêjin ‘nêzîkatiya li Rêberê me sedema şer û aştiyê ye’ û helwesteka xwe bi vî rengî ji raya giştî re eşkere kirine.”
Çalakiyên bi her awayî…
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tevî çalakiyên li çar aliyê cîhanê jî agahî nedayina derbarê tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ketiye rewşa alarmê û wiha hate gotin: “ Desthilatdariya AKP’ê her roj bi nêzîkatiyên şoven û dijminatiya li Kurdan, gelê me û tevgera me, di mijara rewşa Rêbertî de xistiye nava alarmê. Ji vir û şûn ve, heta ji Rêbertî agahî bê standin, wê bi her awayî çalakî bên lidarxistin û xwedî li Rêbertî bê derektin.
Roj ne roja rûniştin an jî axaftinê ye; roj roja xwedîderketina li Rêbertî ye. Xwedîderketina li vî Rêberî, ku jiyana xwe tev bi xwedîderketina li vî gelî derbas kir, deynê hemû Kurdan e. Heta ku xwedî li Rêbertî neyê derketin, jiyana azad û demokratîk li aliyekî, mafê me yê jiyanê jî nîne. Tevgera me ji îro û pê ve, xwedîderketina li Rêbertî weke rojeva bingehîn a Bakurê Kurdistanê ragihandiye. Bêguman divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava rabin. Lê belê heta ku xwedî li Rêbertî neyê derketin, ji bo tenduristiya Rêbertî li her cihî çalakî neyê lidarxistin, gelê Kurd nikare xwedî li ti tiştî derkeve. Pêwîste hemû çalakî ji bo tenduristî û ewlekariya Rêbertî werin lidarxistin. Pêwîste gelê me êdî bikeve nava rewşeke alarmê û ji çalakiyên heta niha hatine kirin qat bi qat zêdetir çalakiyan lidar bixe. Divê em di asteke welê de çalakiyan lidar bixin, ku hikûmeta AKP’ê derhal malbatê û parêzeran bigihîne Îmraliyê.”
Banga bilindikirna asta çalakiyan
Di dawiya daxuyaniyê de jî di serî de ji bo gelê Kurd ev bang li gelan hate kirin: “Girîng e gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat û her devera lê dijî rabe ser piyan û serhildanên dîrokî ji bo xwedîderketina li Rêbertî pêk bîne. Di serî de gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, em bang li hemû gel û hêzên siyasî yên alîgirê demokrasî û azadiyê ne dikin, ku tevlî çalakiyên xwedîderketina li Rêber Apo bibin. Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li jiyana demokratîk û azad a hemû gelên li Rojhilata Navîn e.
Divê hemû jin, ciwan, extiyar û zarokên Kurdistanî; Misilman, Êziîd, Elewî, Xiristiyan û hemû civatên bawerî û etnîkî yên li Kurdistanê xwedî li Rêber Apo derkevin û bi vî rengî xwedî li jiyana axwe ya azad û demokratîk derkevin. Li ser vê bingehê em bang li gelê Kurdistanê û dostan dikin ku bi dirûşma ‘Bê Serok jiyan anbe’ rabin ser piyan.”
ANF/ BEHDÎNAN