Gelê Sîne heya niha 150 mîlyon Tumen û 15 kamyonên alîkariyê komkirin.
Li gundên Merîwanê jî bi heman armancê alîkarî tên komkirin. Welatiyên gundê Mêrîvanê bi heycan xebatan dimeşînin û rastî bertekên gelek erenî tên. Hate ragihandin ku dezgehên alîkariyê yên ji bo gelê Şengalê ku beriya 4 rojan li Kamyaranê hatibûn danîn, rastî eleqeya zêde ya gelê bajêr hat. Di çarçoveya kampanyayê de 5 komên ciwanan hatin avakirin û wê gund bi gund ji bo komkirina alîkariyan bigerin. 
Li bajarê Dêwîlanê kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin. Çalakvanan li ber Bankî Mîlet kon vedan û dest bi komkirina alîkariyan kir û heya niha 5 mîlyon tumen hatine komkirin. Li bajarê Dîwandere jî ji bo kurdên êzdî seferberiya komkirina alîkariyên jîyanî berdewam dike. Li bajarê Qûrweyê jî li 3 cihên bajêr li kolan Îttîhad, Parka Rizwan û derdora nexweşxane bajêr konên komkirina alîkariyan hatine vedan. Li bajarê Baneyê 11 mîlyon tumen û kamyoneke pêdiviyan hate komkirin. Li bajarê Ciwanro jî herî kêm 54 milyon Tumen pere û 3 kamyon pêdiviyên jiyanî hatin komkirine. Li bajarê Rewaserê kamyonek pêwîstiyên jiyanî û herî kêm 5 milyon tumen pere hatiye komkirin. Li bajarên Pawe, Kirmaşan û Selasî Bawecanê jî komkirina alîkariyan dewam dike.

 NAVENDA NÛÇEYAN