Dewleta Tirk bi armanca qirkirinê êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Kurd û Kurdistanî ji vê nerazî ne, û her diçe hêrsa mezintir dibe. Doh xelkê Rojhilatê Kurdistanê daketin qadan û nerazîbun nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê dan. Xelkê Rojhilatê Kurdistanê hema bêje li bajarên Rojhilat hemûyan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker daketin meydanan û êrîş şermezar kirin. Tê payîn ku îro jî bi heman awayî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê xelk dakevin qadan û hêrsa xwe bînin ziman. Herwiha bang li Kurdên Xorasanî jî hat kirin da ku li ber derê konsolosxaneya dewleta Tirk ya li Xorasanê kom bibin û êrişa dewleta Tirk ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin.

Pêr li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî komek parêzer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Surî çalakiyek nerazîbûnê li dar xistin. Di çalakiyê de ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê hemûyî hat xwestin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dakevin kolanan û li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedanê mezin bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN