Xwendekarên zannîngehan li qadan in. Tişta baş jî ev e ku di gelek çalakiyan de jin pêşengiyê dikin. Dirûşmên herî balkêş jî ev in: “Heta Kurdek bimîne, wê Kobanê bimîne”, “Erdogan baş bizane, Kobanê Kurdistan e”, “Bijî bijî YPG, bijî bijî YPJ”, “Bijî Kobanê”. Ji bilî gel, rewşenbîr û kesayetiyên Kurd û îranî jî destekê didin Kobanê. *** Aktîvîsta jin a Îranî Nesrîn Stûde ku demek berê ji zindanê derket, tevî 14 nivîskar û rewşenbîran li Tehranê ket greva birçîbûnê. Derhênereke Kurd ê navdar Esxer Ferhadî jî destek da çalakiyê û ket grevê.
Dîsa Sadiq Terîfî jî destek da çalakiyê. Çalakiya herî zêde deng veda piştgiriya hunermend Şehram Nazirî bû. Şehram Nazirî ji bo Kobanê ket grevê û got: “Ez ne ji bo navê xwe ketim grevê. Ez naxwazim kes navê min bi kar bîne. Ez ji bo Kobanê ketim grevê.” Derhênerê bi nav û deng ê rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî jî nameyek ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Davutoglu re şand û ew ji ber desteka çeteyan rexne kir.
Qubadî bi kurtî wiha dibêje: “ Ger Kobanê bikeve, berpirsiyarê yekem Tirkiye ye. Bila Davutoglu, vê yekê baş bizane, dibe ku em Kurd di warê coxrafîk de ji hev dûr bin. Lê belê di hêla ruh de em yek in. Em ruhek in. Sibê wê welatekî azad ê Kurdan ava bibe. Wê çaxê em ê, kê qencî yan jî xirabî kiribe, Kurd wê ji bîr nekin.”
Derhênerê Kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Salim Selewatî jî di Mîhrîcana Fîlman a Libnanê de xelata fîlma herî baş û senaryoya herî baş girt. Ya girîng ev e ku li welatekî ereb ev xelat diyarî Kobanê kir. Dîsa lîstikvanê futbolê yê tîma milî yê Îranê Wurya Xefûrî jî bi sê zimanan Kurdî, ingilîzî û farsî nivîsî “Bijî Kobanê” û ev di malpera fermî ya futbolê de hat weşandin. *** Bi kurtî min karî ez van agahiyan bi dest bixim.
Lê ev agahî bi xwe têrê dikin ku ruhê neteweyî yê Kurdan nîşan bide. Bi kurtî ew ruhê ku bi têkoşîna 40 salan a PKK’ê re derket holê, niha dikemile. Bi Şengalê keliya û bi Kobanê dimeyê. Wekî KCK’ê jî gotibû: “Kobanê ruhê neteweyî yê Kurdistanê ye.”
ÎKRAM BALEKANÎ