Tora Akademîsyenên Kurd li Ewrûpayê Kurd-AKAD wê bi navê “Sêla Sincirî Rojhilata Navîn: Şer weke korerê” li gelek zanîngehên li Elmanyayê, qismî bi hevkariya bi Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) re semîner û panelan li ser êrişa qirker a dewleta Tirk a li dijî Rojavayê Kurdistanê organîze dike. Di metna banga ji bo çalakiyan de Kurd-AKAD dibêje, “Rojava li Bakurê Sûriyê vîzyona modeleke demokratîk a zindî ye ku xwe disipêre pirrengîbûn, hawîrdorparêzî û edaleta cinsan.
Bi êrişa eskerî ya li dijî hiqûqa navneteweyî ya artêşa Tirk a li dijî Kurdan, miletên din û destketiyên wan êdî aramî û aştiyeke li herêmê dûr ketiye.
Bi van çalakiyan em dixwazin li aliyên cihê yên pirsgirêkê, nexasim li înteraksiyonên navneteweyî, weke modeleke çareseriyê Rojava û rewşa insanî binihêrin.”
Bernameya semîneran
Semîner û panelên wê li zanîngehên Elmanyayê çêbibin ev in:
13´ê Mijdarê li Zanîngeha Essenê
14´ê Mijdarê li Zanîngeha Darmstadtê
14´ê Mijdarê li Zanîngeha Vechta
21´ê Mijdarê li Zanîngeha Frankfurtê
21´ê Mijdarê li Zanîngeha Bochumê
30´ê Mijdarê li Zanîngeha Bremenê
Ji bilî van çalakiyan wê li wê li derveyî Elmanyayê jî ev çalakiyên li jêr di heman çarçoveyê de hebin:
10´ê Mijdarê li Zanîgeha Bernê (Swîsre)
19´ê Mijdarê li Zanîngeha SOAS´ê (London/Ingilîstan)
FRANKFURT