Civaka Êzidî li gel zext û zilmê dîsa hewl dide bawerî û çanda xwe biparêze. Bi nêzbûna Rojiyên Êzî, jinên Êzidî yên Şengalê bang li Êzidiyan kirin ku bên ser axa xwe û çanda xwe biparêzin. Herweha xwestin cejna xwe li ser erda xwe pîroz bikin.
Dayika bi navê Binefş Hesan got, “Rojên Êzî 3 roj in û 2 rojan rojî tê girtin û piştre jî cejn e. Em saet çaran da radibin, bi derketina rojê re rojî digirin heta evarê. Em gelek kêfxweşin ku li ser axa xwe ne. Em ê cejna xwe li ser axa xwe pîroz bikin. Ev cejin ji bo me gelek pîroz e û em her sal pîroz dikin. Ez cejna Êzidiyan hemûyan pîroz dikim. Ez bang Êzidiyan dikim bên ser axa xwe û li vir em bi hev re cejna xwe pîroz bikin.”
Besê Veno jî got; “Ez bang li Êzidiyan dikim ku bên ser axa xwe li vir cejna xwe pîroz bikin. Divê em li ku dibin bila bibin em xwedî li orf û adetên xwe derkevin.”
ROJNEWS/ŞENGAL