Rojnameger Azîz Oruç, li dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” girtin û şandin girtîgehê.
Rojnamevan Azîz Orûç 11’ê Kanûnê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Orûç piştî 8 rojan li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê di bin çavan de ma, doh şandin dozgeriyê. Piştî dozgeriyê îfadeya Orûç girt, bi daxwaza girtinê ew şand dadgehê. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeya Oruç guhdarî kir bi îdîaya “Endamê rexistinê ye” biryara girtinê da û şand girtîgehê. Polîsan di bin çavan de ji Oruç pirsa ‘Tu çawa hat ser sînor’ û hesabê medya civakî pirsîn. Li Ermenistan û Îranê êşkence lê Orûç hat kirin û piştre di ser têlan re avêtibûn aliyê Tirkiyê û hiştibûn bimire.
Wezareta Karê Hundir a dewleta Tirk Oruç weke “terorist” bi nav kiribû. Ji ber ku der barê Oruç de doz hatibû vekirin, 3 sal in li Herêma Kurdistanê ya Federe dima. Piştî Oruç xwest ji Îranê derbasî Ermenîstanê bibe, Ermenîstan ew dîsa şandibûn Îranê. Rayedarên Îranê jî ew di ser têlan re avêtibûn Tirkiyeyê.
MA/AGIRÎ