Rojnamevan Hêmin Mamend doh piştî ku hat berdan bi deh saetan bi tohmetên nû dîsa hat girtin. Wî çawa kefaleta ji ber sûcên berê lê dihatin barkirin, da, hîna deh saetên temam neketin navberê bi sûcên nû hat girtin. Hêzên Ewlekariyê yên Hewlêrê ew kirin nezaretê. Li gorî saziya ragihandinê NRT’yê ragihandî, parêzerê Mamend, Beşdar Hesen gotî, wan 5 hezar dolar kefalet razandiye, lê hema piştre dîsa hatiye girtin ji ber ku buroya Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber sedemeke din giliyê wî kiriye. Hesen got, erê Mamend hatibû berdan, lê hê ew hîç ji hepsê veneqetiyabû, ji nû ve hat girtin. Hêmin Mamend 25’ê Adarê ji ber ku li ser hesabê xwe yê Facebookê rexne li Mesrûr Barzanî kirine, bi îdîaya binpêkirina xala 2’yê ya Qanûna Ceza ya Iraqa federal a “Xirabbikaranîna Amûrên Medyayê” hatibû girtin. Piştî ku 11 rojan di hepsê de mabû, 6’ê Nîsanê hat berdan lê tenê rojekê ew ma li derve, vê carê jî ji ber tohmeta “heqaretê” li dijî hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê. Niha jî 10 saetan fermî serbest bû beriya dîsa bê girtin. Par jî ji ber heqaretê Hêmin Mamend hatibû girtin, belê dadgehê biryara bêgunehiya wî dabû. HEWLÊR