Klockner elaqedarî vê koma behrederan û cihêtiya wê ji kabîneyeke pêşniyazkirî weha rave kir: “Naverok timî li pşêiya şexsan in. Em li vir meqamên wezîran dabeş nakin û nefspiçûkiya xwe beramberî hilbijêran didin nîşan.
Duzen Tekkal jî di filma xwe ya danasînê de di çarçoveya kampanya hilbijartinê de dibêje, “Ez Hannoveriyeke ku li Hannoverê ji dayik bûyî me. Dê û bavên min ji herêmên Kurd ên Tirkiyeyê tên.” Ew dibêje, behredariya wê ya di meseleyên jin û êntegrasyonê de ku ji jiyana wê ya kar û tecrûbeyên wê yên şexsî di rengê pisporiyekê de ne, wê karibin di nava koma behredaran de bi kêr werin.
Bi her halî, di bernameya hikûmetê de ku CDU pêşniyaz dike, di bin navê “qanûna ferza întegrasyonê bi lihevkirina întegrasyonê ya ferz” hin tedbîrên întegrasyonê werin ferzkirin û çanda li hember çanda “Willkommenskultur (çanda bixêrhatinê)” çanda “Ankommenskultur (çanda hatinê)” bi cih dike û dibîje, divê ji bilî ferza hewandinê ya ji bo civaka qebûl dike, ferza întegrasyonê ya civaka tê hewandin jî hebe.
Di vê bernameya hikûmetê de pirsgirêkên ku dikarin ber bi dijminahiya biyaniyan ve biajon û tedbîrên behsa wan kirî dikarin ji bo zexta li dijî penaberan û kirina wan a der bi zehmetiyên qestî bi xwe di bernameyê de cihê xwe nagire. Em niyanin ka Duzen Tekkal jî li ser mijarê çi difikire.
FRANKFURT