Rêveberiya Rojnameya Ronahî li Salona Zozan a li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran civînek organîze kir. Civîn li dar ket bi hedefa xelatkirina wan nivîskaran ku ji rojnama Ronahî re dinivisînin û keda wan di rojnamê de heye.

Di civînê de rojnamevan Sîpan Can axivî û bal kişand ser rola rojnamegeriya nivîskî di warê dewlemendkirina xebatên çapemeniyê de û got, Rojnameya Ronahî bi rûpel û nivîsên xwe hewl dide rastiya şoreşa Rojava û gelên lê dijîn, bigihîne raya giştî.

Rojnamevan Sîpan Can li ser girîngiya nivîskariyê rojnamevaniyê wiha peyivî: “Nivîskar bi nêrîn û dîtinên xwe dîrokê dinivisînin û bûyerên ku pêk tên ronî dikin.”

Sîpan Can ji hemû rojnamevan, nivîskar û rewşenbîran xwest ku di berhem û xebatên xwe de hertim rastiyê derxînin holê.


Rêwşenbîr nikare bêdeng bimîne

Di civînê de nivîskar Mehemed Salih Husên û nivîskar Ebdulkerîm Hacî axivîn. Nivîskaran di nava axavtinên xwe de rewşenbîrên li hemberî desthilatdariyê mafên gel bi pênûsa xwe naparêzin rexne kirin û gotin ” Bi taybetî li hemberî êrîşa hikûmeta AKP`ê li dijî gelê Kurd, divê nivîskar û rewşenbîr bêdeng nemînin û pênûsa xwe bidin bikaranîn.”

Piştre Rêveberiya Rojnameya Ronahî, 33 nivîskarên rojnameyê ku bi nivîsên xwe rûpelên rojnameyê dewlemend kirine, xelat kir. 


 QAMIŞLO