Sernivîsa rojnameya Ozgur Gundemê ya doh “Berxwedanî berdewam e” bû. Ozgur Gundem, tenê bi sernivîsên xwe ve dîrokek e. Lê ne tenê sernivîs... Gundem, bi hebûna xwe, bi şêwe ya xwe, bi terza xwe, bi sekn û hişmendiya xwe ve mamosteyek e. Rojname ya me Ozgur Polîtîka jî di nav de, hemû rojname, kovar, televîzyon û medyayên cûrbecûr ên Kurd, di qesra Ozgur Gundemê de xwarine, vexwarine, elimîne, mînak girtine ji xwe re, û bi tevahî hebûna xwe li ser nirxên ku ji alî Ozgur Gundemê ve hatiye afirandin, damezirandine. 

Ozgur Gundem bi xwe berhemeke Mazlum Dogan e. Ruhiyeta xwe, ji terz û kedên Mahsum Korkmaz xweyî kiriye. Ew giyan, li zindan û li çiya pijiyaye. Ji ber wê, şert û mercên heyî çi dibe bila bibe her tim devê wê bi ken e. Tu car li beranberî dijmin morala xwe neşkênandiye, morala wê her tim li jor e, her car di bin êrişên dijminê de rêyeke serkeftinê dîtiye ji xwe re û tu car wek dîmenên neçariyê nedaye der, ango neçar nemaye, stuyê xwe neaniye xwarê, belengaz nebûye, her tim li ber xwe daye û bi awayekî xwedî hêz û xwedî derfetên mezin berhemên dîrokî daniye ber vî gelî...

Gava min sernivîsa doh ya Ozgur Gundemê dît, sînga min pitepit lêxist û bîranînên ku di dîroka Ozgur Gundemê de me jiyaye yek bi yek li ber çavên min derbas bûn. Wekî ku li jorê jî me anî ziman, taybetmendiya Ozgur Gundemê ne tenê sernivîsên rojnameyê ye. Gundem bi xwe, afirînerek e. Afirînereke wisa ku, di her mercên giran de, di her rewşên tunebûnê de û bi her awayî di rewşên teng de “hêzbûn”, bûye şêweya Gundemê.

Vê Gundemê, ku wekî roja îro di bîra min de ye, gava dewlet xanî û awahiyên me bi bombe ya C-4’ê ve wêran kir, agir berda avahiyên me û hin hevalên me yên rojnameger binçav kir û hin ji wan jî kuşt, Ozgur Gundem roja din bi manşêta “Ev agir dê we jî bişewitîne” derket ber xwandevanên xwe. Ne bi nivîsên çapxaneyê jî, bi nivîsên destî...

Çendîn sernivîsen dîrokî ve derket û xwe gihand ber destê me ku (hewce nake em aniha ew sernivîsan yek bi yek bihijmêrin) her yek tena bi serê xwe nîşeyên dîrokî ne. Çendîn car hate girtin, ez bixwe bi salan di nav de me nayê bîra min. Çend rojnamegerên wê hatin girtin, hatin kuştin, danîn zindanê hê jî diavêjin ku hiş û quweta mêjî ya însan kêr nayê ku însan bihijmêre. Çendîn car nûçe û nivîsên nivîskarên wê hatin qedexe kirin ku birastî jî “bêhijmar” in.

Li gorî min, yên ku biryara girtina Ozgur Gundemê dane, ew dadgeh, ew dozger, ew hikumat û ew desthilatdar birastî jî hay ji xwe nîn in. Ger hay ji xwe hebin, gava li ser tiştekî biryar didin, divê hinekî lêkolîn bikin ku em vê lîstokê pê kî dileyîzin, gelo ev biryara me ya qedexekirin û girtina rojnameyekî ji bo me biryareke erenî ye an neyînî ye, gelo dê tesîreke çawa derkeve holê? Ez bawerim ev yekana hêsab nakin, nezan û ecemî ne.

Çi ku ger zane bin û agahiya wan ji dîrokê hebe, dê bizanibin ku biryara girtina Ozgur Gundemê karekî vala ye. Tu kêrî tiştekî nayê. Wekî ku zana û arîfên Kurd yên berê gotine: “Aqilê sivik barê giran”. Ya wan jî bi vî rengî. Dîrok bi biryarên dadgehan û bi xwestekên desthilatdaran nameşe!.. Ozgur Gundem jixwe bi van êrişan, bi van zilm û zoran bi berxwedaniyê xwe heyî kiriye, mebesta we çi ye bavê min?..