Dawiya sedsala 19an, destpêka sedsala 20an Stembol ne tenê paytextê Împaratoriya Osmanî lê paytextê Kurdan ê kulturî jî bû. Destpêka gelek tiştên Kurdî li vî bajarî bûye.

Celadet Alî Bedirxan, wek gelek ronakbîr û siyasetvanên din ku li vî bajarî bûn, piştî Şerê Yekem ê Cîhanê mecbûr man van deran terk bikin. Celadet Beg çû Almanya û demekê li wir ma.

Ev kitêb ji rojnivîska Celadet Alî Bedirxanî pêk tê ku li çend bajarên Almanyayê di navbera salên 1922-1925 de maye. Rojnivîsk bi zimanê osmanî-tirkî û alfabeya erebî hatiye nivîsandin. Malmîsanij ew transrkîbteyî latînî kir, Osman Ozçelik jî ew wergerande Kurdî. 


 AMED