Îbirahîm Dag, rojnivîsên Qendîlê bi sê sernavan digihîne hev, ya yekê rêya ji Ewrûpayê heta Hewlêrê ye, ya din ji Hewlêrê heta Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye, her wiha ya sisiyan jî ji wir heta Qendîlê ye ku di pirtûkê de bi zimanekî wêjeyî hatine hûnanandin. Nivîsakar Serpêhatiyên xwe yên vê rêwîtiyê bi zimanekî civakî, vekolîner û wêjeyî vedibêje.
Rêwîtiyeke ji bo xwîneran
Îbrahîm Dag bi vê pirtûka xwe xwendevanan bi xwe re dibe Qendîlê, dîroka PKK’ê bi awayekî resen û kin radixîne ber çavan û heta roja îroyîn bi kêmanî be jî wê demê bi bîr dixe. Her wiha xwendevanan dike şahidê êrîşa hewayî ya 24’ê Tîrmehê û serpêhatiya xwe bi berfirehî tîne ziman. Nivîskar rojên ku li Qendîlê derbas kirine, bi zimanekî wêjeyî weha vedibêje; “Tevî ku pirraniya gerîlayan seet 21:00’an radizan jî, min dixwest heta derengê şevê biaxivim. Min nedixwest wê şevê heba bikim û bi xewê derbas bikim. Seet ji 21:00’an bihurîbû û herkes ketibû xewê li rex min jî çemekî bê xew diherikî. Hevalên li cem min ji zû ve ketibûn xewê, lê min nedixwest vê firsenda zêrîn ji dest bidim. Min cixareyek pêxist û li dûrahiya çiyayan nihêrî, ayetên ku nehatine nivîsandin di hişê min de olan didan.”
Nivîskar pirtûka xwe diyarî giyana pakrewanên berxwedana Kobanê Musa Yildiz û Îbrahîm Aybay dike.
Îbrahîm Dag, di sala 1965’an de li navçeya Xarpûtê ya Elezîzê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn li wir qedandiye. Zanîngeh jî li Fakulteya Hiqûqê ya Dîcleyê qedandiye. Dema darbeya 12’ê Îlonê koçberî Elmanyayê bû.
QENDÎL