Kişanak, da zanîn ku ew armanc dikin ku bigêjin rawestgehek pêşeroja azad, demokratîk, aştiyê ku welatê aştî, edelat, wekhevî û jiyana azad hebe û ji bo vê yekê têkoşînê didin. Kişanak, xwest her kes ji bo vê yekê tev li vê rêwîtiyê bibe u wiha axivî: "Makeqanûna niha êdî ji bo Tirkiyê kirasekî pir teng e û ji bo vê yekê pêdivî bi makeqanûna ku mafê her kesî diparêze û her kesî hembêz dike heye. Divê makeqanûna nû ya demokratîk û her kesî di bin baskê xwe de hembêz bike û mafê wan mîsoger bike û pêş bixe bê avakirin. Di vê pêvajoya nû û Tirkiyeya nû de em dixwazin makeqanûna nû ava bikin. Ji bo vê yekê divê her kes gotinên nû bêjin û dest ji gotinên xwe berdin."
Israra statukoyê
Kişanak, anî ziman ku gotinên berê û statuko pirsgirêkê çareser nakin û divê her kes bi gotin, nerîn û hişmendiyek nû tevli pêvajoya nû bibin û wiha berdewam kir: "Ger ku em dê di gotinên xwe yên berê de israr bikin û di statukoyên de israr bikin wê demê em behsa makeqanûna nû nekin. Wê demê divê em behsa azadiya heq û hiqûqa azad nekin. Êdî pêdiviya gel û civakê bi makeqanûna nû heye." Kişanak, da zanîn ku li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin pirsgirêka mafê zimanê zikmakî ye û bi dehan ziman bi tunebûnê re rû bi rû mane. Kişanak, helwesta CHP'ê ya li hemberî pergala Navendî Ademîbûnê jî rexne kir û xwest ji bo demokrasî û azadî pêş bikeve divê pergala Navendî Ademî bê parstin.
Kişanak, da zanîn ku karê herî mezin parlamento pêk tînin û peyvira mezin ji bo çareseriyê dikeve ser parlamentoyê û li hemû cîhanê pirsgirêk li parlamentoyê çareser dibin û divê parlamento rola xwe baş bilîze.
Kişanak, helwesta MHP'ê jî rexne kir û da zanîn ku helwesta MHP'ê bêtir pêvajoyê tev li hev dike û sor dike. Kişanak, li ser şer û êrîşên li zanîngehan li dijî xwendekaran pêk tê û wiha got: "Em bang li hemû ciwanên Tirkiyeyê demokratîk dikin û dibêjin bibin yek. Li hev xwedî derkevin û destûr nedin şer û pevçûnê." Kişanak, xwest ji bo edalet pêş bikeve jî divê Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin.
Qetilkirina sivîlan
Kişanak, diyar kir ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê hikûmet hemû hewldanên sorkirin, şer û êrîşan asteng bike û wiha got: "Murat Îzol ê 19 salî ku ji aliyê hemû welatiyên taxê ve dihat naskirin dema li gel komek hevalên xwe li Fîskayê digeriya bê sedem berdan wî û dema ji ber polîsan reviya di pira Çemê Dîcleyê werbû. Piştî ku Îzol ket çem, polîsan destûr neda ku xebatên lêgerînê bê kirin, lê 12 roj şûnde di ber pira 12 derî de hat dîtin. Di nava 4 mehan de 3 ciwanên Kurd ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Ozgur Arda, ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Mafê jiyana Arda îhlal kir. Polîsan di serdema hikûmeta AKP'ê de 65 kes di çalakiyên demokratîk de kuştin. Dîsa Şahîn Oner kuştin û girtekên sexte amade kirin. Niha jî Murat Îzol qetil kirin. Ji roja Recep Guven hat ser kar û heta niha 3 ciwanên Kurd di serdema wî de hatin qetilkirin. Di 10 salên dawî de 65 kes ji ber mafê xwe ye pêşandana demokratîk di mudaxaleya polîsan de hatin qetilkirin."
DÎHA/ENQERE