Endamê Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi çend xalan bersiva pirsa ka PKK çima li Başûrê Kurdistanê ye dide û dibêje, "Ger PKK´ê çiyayên Başûrê Kurdistanê neparastiba, wê niha tijî hêzên terorîst lê hebûna. Dema DAIŞ'ê êrîş kirî, PKK'ê pêşî lênegirtiba, niha rewşa Hewlêr û herêmê wê cûdatir bûya." 

Endamê Konseya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb bi daxuyaniyeke dayî RojNewsê de, bersivê dide peyama ‘PKK çima li Herêma Kurdistanê ye?’ ku Kurdistan TV´ya PDK´ê di bernameyekê de derxistibû pêş. Xerîb dibêje, “Kesên di bernameyê de hebûn kadroyên PDK’ê bûn yan jî endamên partiyeke nêzîkê PDK’ê bûn. Her wiha ew kes bûn ku ji PKK’ê cuda bûbûn ku niha tenê li hemberî PKK’ê dijayetiyê dikin. Ev jî armanca bernameyê diyar dike. Ev bername nikare heman armancê sala 1992’an bigre ku niha xelk ji wê rojê hişyartir e ku bi şêweyê wan salan werin xapandin."

Diyar Xerîb pirsa "Gelo ev tînin bîra xwe ji ber mezinbûn û pêngavên PKK’ê, Tirkiye û hikûmeta AKP’ê neçar mane ku zêdetir giringiyê bi Barzanî û PDK’ê bidin?" ji PDK´ê dike û dibêje, "Lewazbûna PKK’ê qîmetê wan jî kêm dike û dibe ku di demeke nêzîk de dest ji PDK’ê jî berdin!" 

Diyar Xerîb dewra PKK´ê di parastin xelkê Kurdistanê de di dîroka Başûr de wiha rave kir: "Di dema rabûna gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê sala 1988’an de ku rastî êrîş û têkçûnê hatin, wê demê PKK bû di sînoran de û li derveyî Kurdistanê, wê pişt bi gelê Kurd girt û her wiha pêşmerge û rêveberên partiyên Başûr jî."

Di dema nêz de jî Diyar Xerîb van nimûneyan tîne ji bo dewra PKK´ê û dibêje, „Sala 2001’an ku dema grubên teroristî ketin nava Iraq û Başûrê Kurdistanê, PKK’ê sînorê Başûrê Kurdistanê ji terorîstan parast û her kes bi vê rastiyê dizane, eger PKK nebûya niha çiyayên Behdînan, navçeya Biradost û Qendîl bûbûn qelaya terorîstên navneteweyî û wê ji Efxanistanê xirabtir bana. Sala 2014’an, dema Başûrê Kurdistanê rastî êrîşên DAIŞ’ê hat, di nava 24 saetan de gerîla gehiştin Şengal, Hewlêr, Mexmûr û Kerkûkê. Eger gerîlayên PKK’ê  û şervanên Rojavayê Kurdistanê negihiştibana çiyayê Şengalê, wê hingê karesateke pirr mezintir bi ser Şengalê de bihatana, eger dema DAIŞ’ê êrîşê Mexmûrê kir û Mexmûr girt û gehişt çiyayê Qereçoxê, hingê DAIŞ nehatibana şikandin, îro rewşa Hewlêrê wê cudatir bana."

Diyar Xerîb dewra PKK´ê di çareseriya kêşeyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de jî wiha îfade kir: "PKK´ê di salek û nîva bihurî de ji bo çareserkirina pirsgirêkên parlamen, hikûmet û pirsgirêkên din ên Başûr bi riya diyalogê, pirr bû alîkar. Lê hinek alî û nexasim PDK bi germî ev alîkarî pêşwazî nekir. Eger pêşwazî bikira, bêguman ew qas dirêj jî nedikir û bêguman heya niha çareser jî dibû." 


 ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN