Di civînê de hevserokên Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ornîna Cindo û Ebdulselam Ehmed, endamên meclîsê yên bajarê Serêkaniyê Bilind Yûsif û Mustefa Sîno, endamê meclîsê yê herêma Koçerat Mihemd Fîras, û hejmarek rewşenbîrên bajarê Til Temir ên ji hemû pêkhateyan, amade bûn.  

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, piştre Ornîna Cindo rola ku rewşenbîrên ji hemû pêkhateyan di şoreşê de dilîzin, destnîşan kir. Ornîna di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku divê rewşenbîr bibin pirên hezkirinê da ku bikaribin civakeke azad û demokratîk ava bikin. Di berdewama civînê de Endamê Meclîsa Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Serêkaniyê Bilind Yûsuf axivî û got ku divê rewşenbîr civakê pêşve bixin da ku armancên neyarên gelê kurd di xwazin vîna gelê rojava bidin şkandin, neçin serî. Di civînê de Hevserokê Yekîtiyê Ebdulselam Ehmed axivî û got ku divê bandora rewşenbîran di civakê de hebe ji bo ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bi ser bikeve. Di dawiya civînê de rêziknameya Yekîtiya Rewşenbîran hat xwendin. Piştre 5 komîte ji bo birêvebirina karûbarên yekîtiyê li Til Temirê hatin hilbijartin.

TIL TEMIR