Gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê ku ev 10 roj in dor lê hatiye girtin û agahî jê nayên wergirtin, tê şewitandin. Doh Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP´ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û pirsa li Xerabê Bava çi diqewime kir. Parlamenter Feleknas Uca jî da zanîn ku dorgirtina li gund dewam dike û dewlet destûra çûna gund nade.

Ev 9 roj in agahî ji gundê Xerabê Bava yê navçeya Mêrdînê Nisêbînê nayên girtin. Piştî ku derketina derve li gund hat qedexekirin, xetên elektrîkê û telefonê yên gund hatin birrîn. Bi vê yekê re ti agahî ji mirovên li vî gundî nayê wergirtin. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê tirs û fikarên xwe yên li ser vê rewşê anîn ziman.

Rewşeke tirsnak heye

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wêne û dîmenên di bin navê 'dîmenên ji aliyê leşkeran ve hatine girtin' di medya civakî de hatin weşandin, nîşan didin ku rewşeke tirsnak heye. Tê gotin, telefonên gundiyan ji wan hatine standin, hemû li malekê hatine civandin; bi rengekî komî êşkence û zext li gundiyan tê kirin û hin ji wan jî bi êşkenceyê hatine kuştin."

HDP´ê da zanîn ku pêr heyetek ji wekîlên wan xwestinw biçin gund, lê destûra wan nehatiye dayîn û wiha dewam kir: "Pêşîgirtina li heyeta me, van îdîayên heyî, xurtir dike. Wekîlên me hewl dan bi Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê re baxivin, lê bê bersiv hatin hiştin. Wekîlên me di vê kêliyê de jî li herêmê ne û tevî hemû hewldanan bersiveke erênî negirtine."

Li hemberî qirkirinê bêdeng nemînin!

Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin, ku li gorî îdîayên tên kirin, fikar heye ku li herêmê rewşeke nû ya li derveyî mirovahiyê qewimiye û hat gotin, "Tiştên ku me di salên 90'î de dît û yên di nava 2 salên dawî de bi serê me ve hatin, tirs û fikarên me yên di vî warî de zêde dikin.

Em bang li hemû hezên demokarasî û aştiyê, sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku îdîayên li ser bûyerên li gundê Xerabê Bava diqewimin, lêkolîn bikin. Li dijî van hewldanên zext û qirkirinê bêdeng nemînin."

Terora dewleta Tirk didome

Têkildarî gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê ku bi rojane hêzên dewletê ew dorpêç kiriye û êrîşê dibe ser, wekîla HDP’ê Feleknas Ûca jî got, "Li gund hê jî mirov di malên xwe de hepskirî ne, dorpêç dewam dike, çûnûhatina gund qedexe ye û li hundir çi dibe, em pê nizanin."

11'ê Sibatê li Nisêbînê, Omerya û Artûklû li 9 gundan 'qedexeya derketina derve' dest pê kiribû û piştî bi rojekê hatibû rakirin, lê li gundê Xirabê Bava yê Nisêbînê dorpêçê dewam kir. Hêzên dewletê 3 kes înfaz kirin, mal hilweşandin û şewitandin û gelek gundî binçav kirin. Hêzên dewletê çûnûhatina gund qedexe kirin, girêdana telefon û înternetê birrîn, bi bombeyên xazê êrîş birin ser gund û nehiştin kesên ku birîndar bûne bibin nexweşxaneyê.

Feleknas Ûca jî li ser vê hovîtiya dewleta Tirk got, gundî nikarin ji malên xwe derkevin, "Li gel ku qedexeya derketina derve rabûye hê jî li gund dewam dike. Mirov nikarin werin ber pencereyên xwe jî. Ji nexweşan hiştin ku tenê çend kes biçin nexweşxaneyê. Gelek nexweş li bendê ne ku wan rakin nexweşxaneyê. Ajal di koxan de mirine, agir berdana gelek malan, gelek mal hatine hilweşandin."

'Çi tê veşartin?'

Ûca diyar kir, niha li gel ku li gund şer nîne û operasyon nîn e jî hêzên dewletê qedexeyê didomînin û armanc jî ew e ku dixwazin şopên hovîtiyê yên li gund ji holê rakin. Ûca wiha dewam kir: "Niha ji gund ti agahiyên zelal em nikarin bistînin; têkildarî 3 kesên ku hatine înfazkirin, me ti agahiyeke zelal bi dest nexistiye. Nahêlin ku şanda me biçe gund." 



Bi hovîtiya xwe pesnê xwe didin 

Hêzên dewleta Tirk li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê xaniyan dişewitînin. Dîmenên şewitandina xaniyan li medya civakî diweşînin. 

Hêzên dewleta Tirk ên ku ji 1'ê Sibatê û vir ve dor li gund girtine, li vî gundî 3 kes înfaz kirin û gelek kes jî birîndar kirin. Hêzên dewleta Tirk heta niha gelek xaniyên li gund jî şewitandine. Gelek mal jî xira kirin. Ev hovîtiya dewleta Tirk a li gund hê jî dewam dike. Dîmenên vê hovîtiyê li medya civakî hatin weşandin. Hesabên van dîmenan diweşînin pesnê vê zilmê û hovîtiyê didin ku bi xwe xwe wekî eskerên dewleta Tirk didin nasîn.

Di dîmenên weşandî de wekî din dizar dibe ku dema ku xanî tên şewitandin bi ti awayî dengê şer nayê bihîstin.



ENQERE / MÊRDÎN