Nivîsa afirîner û berxwedana stratejîk bi SMS, Whatsapp û bernameyên din ên peyaman, ji sînorên qedexe û qanûnan bihurîn û bi navê "Ji bilî çiyayan ti dostê din nîne: Nivîsên ji Girtîgeha Manusê" weke pirtûk ketin ber weşanê.
Behrouz Boochani yan jî Behrûz Bûçanî, yek ji wan Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê ye ku berê xwe daye penaberiyê. Behrûz Bûçanî di nava çend salên bihurî de bi çalakvaniya xwe li wargeha penabera a Manusê ku li Papua Gîneya Nû ye, derketibû pêş û Rêxistina Efûya Navneteweyî ew xelat kiribû, niha bi awayekî din jî navdar dibe. Bûçaniyê ku ev pênc sal in di wargeha penaberan a mîna girtîgehê de dimîne ji bo ku daxwaza wî ya penaberiyê ji bo biçe Awustralyayê bê qebûl kirin, pirtûka xwe çap kir. Pirtûka wî jî bi pirranî bi SMS yan jî xizmetên din ên peyamşandinê ên li ser telefonên destan ên weke Whatsappê hatin şandin.
Nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê doza xwe ya penaberiyê gihand welatê Awustralyayê, lê belê rayedarên Awustralyayî ew şandin navenda girtina penaberan a dûrî peravên xwe ya li Papua Gîneya Nû ya ku li ser girava Manus e. Li vir ew bû çavkaniya rojnamevanên Awustralyayî û yên navneteweyî; pê re wî jî gotar nivîsîn û filmek bi navê No Friend But the Mountains: Writing From Manus Prison (Ji bilî çiyayan ti dostê din nîne: Nivîsên ji Girtîgeha Manusê).
5 salên asêmayîna li giravê
Bûçanî bi tenê yek ji bi hezaran penaberî ye ku rayedarên Awustralyayê ew şandine nav erdên neteweya biçûk a Pasîfîkê ya bi navê Nauru. Ev jî mumkin bû bi siyaseta Awustralyayê ya hatibû bipêşxistin ji bo sekinandina pêla penaberên bi kêştiyan berê xwe dayî vî welatî.
Piştî weşana pirtûkê jî Bûçanî nikarîbû fizîkî bi xwe di danasînên pirtûka xwe de amade be ku hefteya bihurî li Auwustralyayê pêk hat. Lewma hikûmeta Awustralyayê red dike ku wî û bi hezarên din ên di rewşa wî de di nava 5 salên dawî de lê bi cih bibin.
Fuzyona stîlan
Ji ber wê jî Behrûz Bûçanî bi rêya peywendiyeke bi Skypeê, ya li navenda hewandina penaberan a li East Lorengau beşdarî merasîm û danasîna bi minasebeta weşana pirtûka xwe bibe.
Pirtûk bi awayê nivîsîna xwe weke fuzyoneke stîlan tê danasîn. Qismek jî "nivîsa afirîner" e, qismê din jî "berxwedana stratejîk" tê binavkirin. Metna pirtûkê bi pirranî bi SMS, bernameyên peyaman ên din ên mîna Whatsappê di mohleta 5 salan de hatiye şandin ji wergêr Moones Mansoubi re. Telefona Behrûz Bûçanî wekî du caran hatiye desteserkirin ji aliyê memûrên li wargehê ve.
Çima li ser telefonê û çima pirtûk!
Bûçanî sedema sereke ya sedema nivîsandina pirtûkê, li ser telefonê nivîsandina wê û şandina ber bi derveyî wargehê ve, got, "ya rastî ew bû ku min xwe ewle his nedikir di nava nobetdar û rayedaran de. Ji ber ku her kêliya dilê wan bixwesta wan dikarî bi ser odeyên me de bigirin û malê me desteser bikin. Sibata 2014´an di dema serhildana li wargehê de, me penaberan hemû mal û tiştên xwe ji dest da. Beriya bi heft mehan, di Çiriya Paşîn de dema ku wan cihê me guherandin, dîsa me mal û tiştên xwe ji dest dan. De êdî lê bifikirin, heger min ev pirtûk li ser qaxezê binivîsanda, min ê ji sedî sed ew winda bikira."
Di nava 5 salên bihurî de Behrûz Bûçanî her bûyera mezin a li wargehê dît, şahidî lê kir. Ji serhildanê heta bi kuştinan, ji xweêşandinê heta bi hewldanên xwekuştinê û par jî 23 rojan dor li wan hat girtin, dema ku "girtiyên" penaber red kir ku cihê wan bê guhertin ber cihekî ku wan weke alternatîfeke ne ewle bi nav kir. Di dema wê dorgirtinê de Bûçanî hatibû girtin.
Behrûz Bûçanî wiha sedema nivîsandina xwe rave dike: "Demeke dirêj min hewl da rewşa li Girava Manus terîf bikim; jiyana li wargeha girtîgeh a Manusê de terîf bikim. Lê bi ya min zimanê rojnamevaniyê nexwedî wê kapasîteyê ye ku têra terîfkirina vê jiyanê bike, terîfkirina êş û azarê, û vegotina ka ev sîstema çawa dixebite."
5 salên girtî yên nivîskariyê
Behrûz Bûçanî dibêje, "Ez pênc salan li ser vê pirtûkê xebitîm. Ez wisa hizirîm ku rêya herî baş vegotina fikrên xwe, vegotina çîroka Girava Manus, Wargeha Girtîgeh a Manusê û her weha ya Nauru, ew e ku ez romanekê binivîsim."
Bûçanî dibêje, nivîsandinê kiriye ku di nava van 5 salan de ew bi vê yekê li ser xwe û zindî maye: "Min karî nasnameya xwe biparêzim, insanetiya xwe biparêzim. Ev sîstem hatiye dîzaynkirin ji bo ku nasnameya me ji me bistîne, ji bo ku me daxîne asta hejmaran. Rêya herî baş ji bo min, ez dikarim bibêjim, ez bi xêra huner, fikr û rojnamevaniya xwe sax filitîm."
Niha ev wargehên hanê bi pirranî hatine girtin, lê pirraniya penaberan di rewşeke zehmet de ne, çend sedek ji wan bi peymaneke bi DYE´yê re li wir hatin bicihkirin, ên din jî li navendên cihê yên penaberan ku Behrûz Bûçanî jî yek ji wan ku di nava nediyariyê de li benda xwe xilaskirina ji vê rewşê ye: "Heta niha îfadeya min ji bo penaberiyê nehatiye girtin, Ez nizanim çima. Gelek mirov di rewşa min de ne. Ji ber wê ez nabêjim ku ev cezayek e. , ez nizanim çi ye."
• No Friend But the Mountains: Writing From Manus Prison (Ji bilî çiyayan ti dostê din nîne: Nivîsên ji Girtîgeha Manusê) ji aliyê weşanên Picador Australia hat weşandin.