Yek ji van heyamên dîrokî, pengava 15ê Tebaxê ye. Ev pengav, bû qonaxa Kurdên ku xwe ji xweliya xwe biafirînin. Ev navê romana azadiyê ye. Egîd û hevalên wî jî lehengê vê romanê ne. Zarokên Kurd, ji bo dikaribin romana azadiyê bixwînin, yakemîn alfabeya dema xwe jî afirandin. Ev navê stratejiya dîrokî ye. Ev stratejî di nava demê de, li ser bingeha nirx û pîroziyan hate rûnandin. Bêguman ev destpêka bablîsok û erdheja mezin e!...
15ê Tebaxê, li Erûhê, diyalektîk û himendiya dînamîk a dîrokî derxiste holê. Berxwedana mezin ya Zindana Amedê dest pêk bû, Pengava 15ê Tebaxê li Eruhê berdewam bû û 30 salên şerê dijwar, komên xelkê şiyar kirin, perwerde kirin û azad kirin.
Navekî wê yê din jî, teqandina fişeka pêşî ye. Rojên amadekariya teqandina fişeka pêşî, bi zimanê edebî “estetîze kirin”a rêwingîtiya vê pengavê ye. Planê li Kaniya Gozê, bi serê xwe hunerekî dixwaze, axaftin û nîqaşên li ser planê pengavê, xêzikên li ser kaxezan, amadekirina kozik û cebilxane, bûne qanunên ku dahatuya gelê Kurd destnîşan bikin. Ji aliyekî ve formulên matemetîkî, ji aliyê din ve stratejiya di ava kimyewî ya mêjiyan de mohra xwe li vê qonaxê û li van qanunan dan. Ev qonaxa aheng û rêkûpekîyê-nîzamê ye. Ne nexşeyên bajêr, ne nexşeyên çiyarêzan, ne nexşeyên newal, gelî, berzeh û şikeftên di nizarên çiyarêzan de hebûn... Tenê 3-4 milîs û muxtarê bi navê Salihê Sêrtî hebû. Saet û pususla wan jî banga melayê eşayê ye. Nexşeya lehengên romana azadiyê, navê du efsanê ne. Promethaus û Kawayê Hesinker.... Her du efsane jî yekemîn otopsiya li ser jiyana mirovahiyê ne. Benî ademekî, pêxember jî di nav de, kesî, erê tu kesî (Howard Fast, Firdewsî û Ehmedê Xanî jî di nav de) tu kesî romana van cengawerên xwedawendî ne nivîsî.
Guman dikim ku bêqudoşiya herî mezin ya mirovahiyê jî ev e!...
Ev jî bûye sedema ku her du leheng di ferhenga siyasî de cih bigirin. Lê Prometheus jî, Kawayê Hesinker jî, tîpolojiyên cengaweriyê ne. Cengawerên ku li dijî despotîzmê şer kirine. Statuko tekbirine...
15ê Tebaxê, di vê çarçovê de mîladek e û cengaweriya li dij statuqo ye. Navê destpêka şaristaniya Prometheus û Kawayê Hesinker e. Pengava Egîd û hevalên wî, li Eruhê estetîze kirina nujeniyê ye û li ser bingeha harmoniya sosyo-kultur hatiye runandin. Lê ne mîna demjiyana Hemorosan, weke cengawerên sosyo-kultur haraket dikin û tîpolojiya Prometheus û Kawayê Hesinker temsîl dikin. Dîroka ku wek rîtma abadanî dihate destnîşan kirin serûbinî hev kirin. Parezgeha wan jî, çiyarêzên ku Prometheus hate zincîr kirin e, çiyayên ku agirê Kawayê Hesinker lê hate pêxistin e. Ev pengava hişmendiya proto-tîpê asyetîk û ARÎ ye.
Xwedawendên ku çerxa felekê, li gorî statuqoya xwe gerandin, alfabeya sîstema xwe jî çêkirin. Edebiyat û kultura sîstema xwe jî bi wê alfabeyê dane nivîsandin, dane xwendin, di edebiyatê de romantîzma lîberal derxistin pêş û nifşên li gorî xwe perwerde kirin. Bêguman siyaset di çarçovê de hate kirin, ava demokrasî di vê cokê de hate herikandin, heq û huquq di vê nêrînê de hate destnîşan kirin, edalet jî bû xencera her du aliyên wê tuj...
Tê zanîn, edebiyat nebe, siyaset hov e. Lewma, ji bo siyasetê edebiyat û felesefê wek dibistanê têne bi nav kirin.
Vêce, Egîd û hevalên wî, koma yekemîn ya lehengê romana azadiyê, kevneşopiyek diyalektîkî derxistin holê û bûne neynika dîrokê. Gelê Kurd jî di vê neynikê de xwe dît. Zarokên Kurd, ji bo ku dikaribin romana azadiyê bixwînin, yakemîn alfabeya dema xwe afirandin. Bi gotina Abdullah Ocalan, ev hiş û ramanê nû, hêvî, xewn û xeyalên Ehmedê Xanî anîne cih.
Ehmedê Xanî, xewn û xeyalên xwe bi helbesta epîk anîne ziman. Hinekî Homerîk in û klasîzma di çarçoveya sofîstîk de ye. Xerca hawar û hêviyê tevlîhev kiriye û bang li giyanê netewa Kurd kiriye. Ewropî, vê ekolê bi “rastorasyonê” binav dikin. Belkî ev nav tam li gorî hiş û ramanê Ehmedê Xanî rûneniştiye, lê di klîmatê neteweyî de mirova dikare bikar bîne.
Lê em behsa kategoriyek din dikin. Ev kategorî, neo-klasîzmê jî di nava xwe de diragire û degehê nûjeniyekê vedike. Neo-klasîzma ku ez behsa wê dikim, ji ya Shakespeare û lehengê wî Hamlet wêdetir e û nabêje “To be, or not to be”. Tenê “To be” ye!...
Guhertin e, nujenî ye!... Li gorî herka dîrokê ye!...
Gel, her dem bûne hêza veşartî ya şoreşan. Pêwiste leheng û pêşengên xwe bibînin. Di vê mijarê de mînaka herî baş Spartakus e. Di şerê li dijî statuqo de, Spartakus bûye cengawerê têkoşîna gerdûnî. Ev jî dide xuya kirin ku di navbera dîrok û mirov de têkiliyek diyalektîkî heye. Pengava 15ê Tebaxê jî ev têkiliya navbera dîrok û mirov e. Trajediya xweza û îradeya mirov e û di şerê li dijî statuqo de wek meşaleya azadiyê derkete holê.
Heta roja 15ê Tebaxê, edebiyata devkî û nivîskî ya Kurdî, bilançoya sefaletê ye. Ya devkî jî dilojarê ye. Navê pirraniya helbestvanên Kurd jî “xwîn” e.
(Emê vê mijarê, di çarçoveya edebiyatê de bidomînin)
Romana azadiyê
Destpêka qonaxên edebiyatê nînin. Li tevahiya cîhanê destpêka edebiyata devkî ye. Li Kurdistanê jî edebiyata devkî kêm zêde di sedsala VII-VIIIan de, berî Ewropa ku wek neo-klasîk tê binavkirin, derbasî edebiyata nivîskî dibe. Hişmendiya mîtolojîk jî di civaka Kurdan de guhertinên mezin çêkirine. Ev heyam, rastî dema Urartuyan tê.