Nivîskarê Libnanî Ebas Cehfer romana bi navê 'Evîndar' li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê nivîsî. Li Silêmaniyê jî romana xwe ji xwendekarên xwe re îmze kir. 

Li Dezgeha Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan a li Silêmaniyê, Nivîskarê Libnanî, Ebas Cehfer romana xwe ya bi navê 'Evîndar' ya li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji xwendekarên xwe re îmze kir. Ebas Cehfer têkildarî romana xwe  got; "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, şoreşeke demdirêj e, şoreşeke dîrokî ye. Cudahiya wê ji şoreşên din ew e ku şoreşeke mirovahiyê ye û bi hev re jiyana neteweyên cûda ye. Ev yek ji cûdahiyên wê ne. Romana min behsa hezkirina  di navbera kurekî Libnanî û keçeke Êzîdî de dike. Piştre ji ber şoreşa Rojavayê Kurdistanê keç vedigere Rojavayê Kurdistanê. Kur jî ji bo lêgerîna keça Êzîdî diçe Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Başûrê Kurdistanê û herî dawî jî diçe Qendîlê.“

Ebas Cehfer xwedî çend pirtûkên di warê wêje, siyaset, lêkolîn û fikrî ye. Gelek nivîsên wî yên der barê Kurdan de hene. Xwe weke dostê Kurdan dide naskirin.

Nivîskar Ebas Cehfer sala 2016'an, li Silêmaniyê beşdarî Konferansa bi navê 'Bi fikrên Abdullah Ocalan Aştî û Aramî li Rojhilata Navîn' bû. Di konferansê de got; "Fikr û felsefeya Ocalan ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareserî ye." 


 SILÊMANÎ