Nivîskara Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Ava Homa romana xwe ya yekê ya bi Ingilîzî weşand. Ew di romana xwe ya bi navê Daughters of Smoke and Fire (Keçên dûxanê û êgir) de behsa jiyan, têkoşîn û berxwedana Kurdan a rojane dike. Qehremana romanê Leyla ye. Leyla dixwaze filman çêke da ku êş û azarên miletê xwe yê zilm lê dibe, nîşanî xelk û alemê bike. Lê her astengî û bend wê rêya ku wê daye ber xwe, qut dikin. Birayê wê yê jê piçûktir Çiya ye. Tesîra zilma li malbatê û ne xasim li bavê wî bûyî dike ku Çiya bibe çalakgerekî siyasî û civakî. Lê belê ev çalakgeriya wî bi tehlûke ye. Rojekê bi carekê ew li Tehranê bê ser û şûn dibe.
Leyla li aqûbeta birayê xwe dipirse. Êdî ji kuştina wî bi rengekî bêserûşûnkirî dibe tirsa Leylayê. Ji ber vê jî ew kampanyayekê dide destpêkirin da ku birayê xwe xilas bike. Hasilî kelam, bi kampanyayê re û bi weşandina nivîsên Çiyayî li ser înternetê re êdî ew jî dikeve ber wê tehlûkeya birayê wê bêserûşûnkirî.
Ji bo kesên di wêjeyê de hez ji serpêhatiyên kesên portrewarî tên terîfkirin, dikin, hêja ye mirov xwendina vê kitbê pêşniyaz bike. Heyranên Khaled Hosseini mesela dibe ku bibin heyranên Ava Homa jî.
Nivîskara ciwan
Ava Homa nivîskar, rojnamevan û çalakgereke ku bala xwe dibe ser mijarên Kurdistan û Rojhilata Navîn. Wê mastira xwe ya zimanê Ingilîzî û Nivîsandina Afirîner li Zanîngeha Windsor a Kanadayê çêkiriye. Wê beriya niha jî kitêba kurteçîrokan a bi navê Echoes from the Other Land (Dengvedanên ji welatê din) gelekî hatibû ecibandin û di nava wan berheman de bû ku ji bo Xelata Navneteweyî ya Frank O’Connor weke namzet hatibû pêşniyazkirin. Wê Bursa PEN´a Kanadayê ya Humber ya ji bo Nivîskarên Xwendekar ên Mişext wergirtiye. Daughters of Smoke and Fire romana wê ya yekê ya bi Ingilîzî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN