Romannûsek ji dinyayê kêm bû
Yek ji nivîskarên navdar ên Emerîkî Philip Roth 85 salî rehmet kir. Roth li gorî rêxnergirên wêjeyê bi romannûsiya xwe di qelîteya Nobokov, Proust û James Joyce de bû. Nivîskarê ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Philip Roht ku pirtûkên wî hêjayî xelatên Pulitzer, Xelata Pirtûkan a Neteweyî û Xelatên Navneteweyî yên Man Bookerê hatin dîtin, wefat kir. Roth bi pirtûkên xwe yên bi navê “Feryada Portnoy”, “Emerîka Pastoral“, “Bi komunîstekî re zewicîm” dihate naskirin. Hate ragihandin ku Roth ji ber nexweşiya dil miriye. Roth ê ji malbateke Cihû, 19’ê Adara 1933’an li bajarê Newark ê eyaleta New Jerseyê ji dayik bû. Piştî ku Zanîngeha Bucknellê qedand, li Zanîngeha Chicagoyê mastira xwe kir. Tê gotin, gelek çîrok û nivîsên wî yên rexneyê hene ku pirraniya wan nebûne pirtûk.
NEW YORK