
- Sala 1898'an rojnama Kurdistan ku Mîqdad Bedirxan êdîtorê wê bû.
- Rojnamegeriya serdema Komara Kurdistan ku serdema herî zêrîn an jî geştirîn çaxê ragehandina Kurdî ya sedsala derbasbûyî ye.
- MED TV ku di 21.03. 1995'an dest bi kar kir û sinorên menewî di nava Kurdan da hilanîn. MED TV rêbazeke nû li pêşberî ragehandina Kurdî vekir û bû dengê şoreşeke nûxwaziyê di ragehandina Kurdî a modern de.
Erdnigariya komarê biçûk, îmkanat kêm û di gelek aliyan da bêhêz bûn, lê hemû Kurdên azadîxwaz dixwestin berê xwe bidene Mehabadê û xizmetê jê re bikin. Di wan şertên giran ên hundirîn û derveyî de Kurd di qada siyasetê de jîr bûn. Çimkî Kurda ger bi awayekî sembolîk jî be li pareke biçûk a axa Kurdistanê hikûmeta xwe îlankirin, lê sinorên wê yê meinewî berfireh bûn. Sinorên destçêkirî red dikirin û hurmeta kêmnetewên olî û etnîkî bi hemû şêweyan li ber çav digirtin. Îlana komarê pêngaveke girîng û dîrokî bû ku jiyana siyasî û çandî li Kurdistana mezin derbasî pêvajoyeke nûtir kir.
Wek nemir Dr. Qasimlo dibêje: "Di hemû temenê HDK (Hizbî Demokratî Kurdistan) de û heta ger îro jî pê re be, karê herî girîng ew bû ku di welatekî xwedî sîstemek seltenetî de komarek pêk hat.“
Yanî Pêşewa Qazî ne tenê li Kurdistanê belkî li Îranê jî bû pêşengehekî guherandinên bingehîn û pozîtîv. Karekî wiha bêbandor nebû li ser bîr û ramanên partî û rêxistinên din yên siyasî li Îran û Kurdistanê jî.
Salên 1940'an rewşa civaka Îran û rojhilatê Kurdistanê di warên çandî û aborî de pir paşdemayî bû. Mesla li herêma Mukriyan ji sedî yek ji jinên Kurd xwende bûn, lê di rewşeke wiha de jinan bo yekemîn car „Yekîtiya Jinên Kurdistan“ damezirandin. Pêşewa Qazî pir xebitî ku di kesayetiya jinê de cesareteke nû bixûlqîne. Ji ber wê jî berî her kesî ji hevala xwe (Mîna Qazî) xwest ku serkêşiya rêxistina jinên Kurd bike.
Mîratekî giranbuha û hemû alî ji 11 mehên temenê komarê ji me re maye. Dîroka gelên bindest pir kêm carî şahidî ji karekî wiha re kiriye. Xala herî berçav ewe ku renesanek li jêr desthilatdraiya komara Kurdistan rû da. Rêxistina jinan û lawan, artêşa milî, al, serokomar û marşa millî, navê pêşmerge, baştirbûna rewşa aborî, destpêkirina dan û standinên aborî bi Yekîtiya Soveyt û dewleta millî a Azerbayicanê re û hwd hêdî-hêdî dest pêkiribûn.
Sinorê komarê bû strargeha Kurdên parçên din yên Kurdistanê jî. Hingî eminyet û asayiş (ku heta wê demê li Îranê jî tunebû), di nava sinorên komarê da hebû. Bîr û raman azad, girtiyên siyasî tunebûn û tenê kesek bi navê „Xefûr Mehmûdiyan“ hate kuştin. Terora ku heya roja îro jî lêkolîneke berfireh li ser nehatiye çêkirin û rayedarên komarê jê bêxeber bûn. Di rewşeke wiha da li kêleka Kurdistanê, li Azerbaycanê sedan kes hatine girtin, kuştin û ji cihwarê xwe revîyan.
Pêşkeftin armanca herî pîroz a Qazî û hevalên wî bû. Wan dizanî ku ji Kurdan re „xwendin û zanist“ ji nanê rojê jî pêwîsttir bû. Ji ber wê jî li ser daxwaza rayedarên komarê 50 kes ji nûciwanên Kurd (ji hemû herêmên Kurdistanê) bo xwendin û hînbûna teknîkên karê serbazî şandin Bako. Piraniya wan tenê 11 mehan li wira man û piştî têkçûna komarê vegerîn, lê gelek ji wan poşman bûn.
Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed û Jiyanewey Kurd
Li pey imzakirina beynama ku êdî Komeleya Jiyanewey Kurd (J.K) cihê dida KDP û 105 kesan binê wê imza kirine, di benda duyê a manîfestoya KDP'ê de wiha te nivîsandin:“ Zimanê Kurdî zimanê fêrmî yê perwerdê û rêveberiyê be.“
Li gor min hingî ew renesana ku di kar û çalakiyên qada çandî û perwerdê de çêbûn, deyndarên du tiştên girînge:
* Komeley Jiyanewey Kurd(J.K) ku ji hêla çendîn rewşenbîr û kesên ji çîna kasb û tacirên bajarê Mehabadê, hate qada xebatê. Li pey şehîdkirin Simkoyê Şikak û bêdengiya ku ji sala 1930'an li rojhilatê Kurdistanê çêbibû, J.K bi armanca destpêkirina jiyaneke nû ji civaka Kurdistanê re, derket holê.
*Rêbertiya kar û xebatên siyasî dikeve destê kesekî ku bi xwe rewşenbîre. Meirîfet û kemalêtên wî wek mîrasekê di malbateke bi ferheng û zana da jê re mane.
Ji ber wê jî em di dema komarê de dibînin ku yekemîn al û gor an jî guherandinên ku dest pêkirin, şoreşek çandî(ferhengî) bû. Çimkî bingeh an jî zemîneya hemû guherandinan ji vê xalê dest pê dike. Yekemîn car bû ku di dîroka Kurdistanê da rewşenbîrekî dilsoz û dûrbîn di serkêşiya xebat û damezrandina komar an jî dewleteke Kurdî de rol dilîse. Qazî Mihemed him ji ber aliyê xwe yê rewşenbîrî-siyasî û him jî ew hurmeta ku bi pirensîpên xwe yên exlaqî-civakî di nava ge da bi dest xistiye, destûr û fermanên wî zû cî bi cî dibin. Wî bi awayekî kûr û hemû alî karê guherandinên ferhengî-çandî dane dest pêkirin. Mehabad wek paytexta komarê ji wir û şûnda bû bi navendeke bizava fikirî-millî di rojhilatê Kurdistanê de. Ev armanceke sereke a rayedarên komara Kurdistanê jî bû.
Berî wê Simko jî pir xebitîye ku karekî wiha li Urmiyê bike, lê têkçûna şoreşê derfeteke wiha jê re nehiştiye. Ew xebitîye ku bi çêkirina xwendingeh, komele û weşandina rojnameya 'Kurd' ew şexisyeta tehqîrbûyî û nivîmirî ya Kurda ji nû ve bo armancên netewî bêxe hereketê. Kovara 'Kurdistan' ku li sala 1913'an li bajarê Xoy hate weşandin û êdîtorê wê Ebdulrezaq Bedirxan bû, bi piştgîriya Simko dest bi jiyanê kir. Komela Cihandanî û rojnama 'Rojî Kurd' an jî 'Kurd' jî hingî li Xoy û Urmiyê dest bi jiyana xwe kirine. Yekemîn çapxane li rojhilatê Kurdistanê ku li ser kovara Kurdistan jî tê de hatiye çapkirin, li bajarê Xoy hatiye çêkirin.
Li wenê hejmar 4 binêrin. Wêneyê Selahedînê Eyûbî li ser bergê kovara Nîştiman hatiye çap kirin.
Komar û rewşa weşanê
Yek ji nîşanên medeyniyeta modern, çapxane ye. Rewşenbîrên Kurd beriya komarê bi hezar zehmetiyan kovar û pirtûkên xwe li bajarên weke Tebrêzê didane weşandin. Li çapxana Kurdistan gelek namîlke hatine çapkirin: “Diyarî Komeley J.K bo lawekanî Kurd”, “Diyarî Mela Mihemedî Koyî”, “Gulbijêrek le dîwanî Hacî Qadirî Koyî bilbilî Nîştimanî Kurd” Alekok û hwd.
Çapxana Kurdistan di sefera duyê ya Qazî bo Bako û heyeta pêra ji aliyê Sovyetistanê pêşkêşî Komara Kurdistan kirin.
Beriya pêkhatina komarê J.K di 16.09.1942'an li Mehabadê ji hêla komeke rewşenbîrên Kurd ve pêk hatibû. Komar li ser mîrasê J.K'ê hate damezrandin. Komara Kurdistan û HDK di hemû waran da gelek deyndarên Komeley J.K ne. Çimkî J.K ji sala 1942'an gelek zemînesazî di nava hemû çînên civake de kiribûn. Yanî ji gundî, feodalan û axayan bigire heya serokeşîret û çîna nivbûrjwazî a bajarên Kurdistanê, gelek kes ber bi aliyê xwe ve kişandibûn.
Ji ber wê jî ew li sala 1946'an ji hêlekê rojname û mehnameke siyasî bi navê 'Kurdistanê' û du kovarên çandî-ferhengî bi navên 'Hawarî Nîştiman' û 'Helale' bi zimanê Kurdî didine weşandinê. Pêşewa Qazî li gor gotina kesên weke Mihemed Şapesendî û Kobra Ezîmî hemû rojê serî li çapxana Kurdistanê daye. Guhdarî nêrîn û pêşniyarên berpirsyarê çapxanê Mela Qadir Moderisî û xebatkarên din kiriye. Yanî têkeliyên wî bi rewşenbîrên serdemê re raste-rast û germ bûn. Bi awayekî ku di deftera karê Qazî de du şaêrên ciwan û Kurdîzan ên mîna Hejar û Hêmin hebûn. Gelek cara jî ew bixwe re dibirin seferên dervey Kurdistanê. Rewşenbîr li cem wî rihet bûn û dizanîn ku muxatebê wan kesekî mutewazîi û zana ye.
Beriya pêkhatina komarê komeley J.K kovara 'Nîştiman' û 'Gelawêj' diweşandin û ji bo bilindkirina xirûra milî û hestên bixwe baweriyê, wêney Selahedînê Eyyûbî li ser bergê yekê yê kovara 'Nîştiman' belav dikirin.
Zimanê Kurdî li cem Qazî xwedî cihekî bilind bû. Ew li 1ê Hezîran a 1946'an di bersiva pirsa rojnamevanekî Agence France-Presse da ku jê dixwaze 'rewşa demê ya Kurdistanê li hemberî dewleta navendî' eşkere bike, wiha dibêje: “Ger dewleta navendî biryarê bide ku qanûnên demokratîk li Îranê îcra bike û zagûnên ku niha li Kurdistanê têne cî bi cî kirin (ji wan perwerdeya bi zimanê Kurdî, otonomiya îdarî û artêşa herêmî), bi awayekî fermî nas bike, Kurd jî yê razî bibin.“
Di roja îlana komarê de jî wiha dibêje:“ li cihê ku zarokên me 6-7 salan mijûlî hînbûna zimanê Farisî bin, dikarin di çaxekî kin de zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin."
Endamên wezareta perwerda Komara Kurdistan
Dem: Bihara sala 1946
Cih: Mehabad, hewşa xwendingeha Gelawêj
Minasibet: Piştî damezirandina komara Kurdistan bi du mehan û damezirandina Wezareta Perwerdê hemû endamên wê wezaretê li dora hev kom bûn û li ser kar û pilanên xwe axivîn. Di dawiyê de jî ev wêne bi hev re kişandine.
Xala herî balkêş kesên beşdar di nava wê komê de ne ku ji Başûr, Rojhilat û Kurdek jî ji Soveytistana berê ye.
Rêza pêşiyê ji aliyê rastê ve 1- (ne hate naskirin) 2- Xanim Semîi (hevala rêzdar Semîi) 3. Asime Mehmûdiyan 4 û 5 (nayên naskirin) 6. Îbrahîm Nadirî Kirmaşanî (birêveberê giştiyê wezareta perwereya komara Kurdistan) 7. Fazilî 8. Hacerê Ezîz 9. Akobiyan (Xanimek Ermenî bû) 10. Wecîhe Şûcaîi 11. Kubra Ezîmî. (Tev ji rojhilatê Kurdistanê ne).
Rêza duyê ji aliyê rastê ve: Osman Elîbegî Baban (Ji Silêmaniyê) 2. Mihemed Tufîq Wirdî (Nivîskar ji bajarê Koyê) 3. Semîi Azerî (muhasibê wezareta perwerdê bû) 4, 5 û 6. (nayên naskirin), 7. Kerîm Zend (Ji Silêmaniyê) 8. (nayê naskirin) 9. Osman Daniş ( Ji Silêmaniyê ), 10, 11 û 12. (nayên naskirin) 13. Mamosta Cemîl Behaedîn Amêdî (birayê nivîskar Sadiq Behaedîn, ji bajarê Amêdiyê), 14. Elî Mehmûdî (ji rojhilatê Kurdistanê).
Rêza sêyemîn ji aliyê çepê ve: 1, 2, 3 û 4: (nayên naskirin) 5. Mihemed( Ji Kurdên Soveyetistanê bû), 6, 7, 8, 9 û 10. (nayên naskirin) 11. Ceifer Şêx Husên Berzencî (Ji gundê Zilzile yê herêma Berzence(Siroçik) bajarê Silêmanîyê.)
Rêza çarê: Her sê jî nehatin nas kirin.
Li pişta serê endamên wezareta perwerda komara Kurdistan, wêneyê pêşewa Qazî Mihemed hatiye daleqandin û di bin wêney da jî ala komara Kurdistan ku bi rengên sor, spî û kesik hatiye xemlandin, tê dîtin.
Sibê: Rewşa rewşenbîrî û çapemeniya Komara Kurdistanê
KEKŞAR OREMAR