Hunermendê dersimî Mikaîl Aslan, bi awayekî hişk bertek nîşanî serladana ji bo rakirina peyker û navê Seyid Riza da. Mikaîl Aslan, li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da serladana Partiya Vatanê ya ji bo rakirina peyker û navê Seyid Riza ku li Walîtî û Şaredariya Dersimê hatibû kirin.

Aslan, tespîteke bavê xwe ya têkildarî sedema nebûna gora Seyid Riza bi bîr xist û got: "Bavê min wiha bersiv dida vê pirsê; hikûmetê gotiye, heke gora wî hebe wê çêre li ser şîn bibe û mî bên vê çêrê bixwin. Mirov jî wê goştê vê miyê bixwin û rêbiriya wî derbasî mirovan bibe..." Aslan got, li aliyekî li dijî Seyid Riza ev tişt tên kirin û li aliyê din jî gelek mirovan ew bi pirtûk û gotaran heta îro anîye: "Ne Perînçek û ne jî durûyên di nav me de nikarin roniya heqîqetê ya diçirise tarî bikin. Seyid Riza roniya diçirise ya sedsalê ye.Tarîtî çiqas zêde bibe ewqasî ew ê biçirise. Rûmeta me ye dest nedinê."

 

 NAVENDA NÛÇEYAN