Li ser dawetiyê Rêxistinên Rojnamegerên Ewropayê li Salona Konferansê ya Burhan Felek bi xizm û malbatên rojnamegerên girtî re hatin cem hev. Di civinê de Serokê Giştî yê TGS'ê Ercan Îpekçî axivî û wiha got: "Li ser çapemeniya Kurd zext û zordari zêde ye. Weşana Rojnameya Kurdî Azadiya Welat wekî suc tê dîtin. Vedat Kûrşûn hem weki endamê rêxistinê û hem ji wekî propaganda rêxistinê kiriye te tawanbarkirin. Ev ne karê aqilan e."
Îpekçî, anî ziman ew sosyalîstiya xwe venaşêrin û ev ne sûc e û parastina wan jî ne sûc e. Îpekçî, bi lêv kir ku rojnamegerên li Tirkiyeyê peyvira xwe dikin wekî "Terorîst" tên sucdarkirin û ev jî demokrasiya Tirkiyeyê ya pêşketî nîşan dide.
Serokê Federasyona Rojnamegegerên Ewropayê Arne Kong û berpirsiyarê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ên Tirkiyeyê Johann Bihr, diyar kir ku ew ji nêz ve Tirkiyeyê dişopînin. Bihr, anî ziman ku ji bo piştevaniya malbatan hatine Tirkiyeyê û Tirkiyeyê dişopînin.
Hevsera rojnameger Baha Okar ê ji doza Biryargeha Şoreşger girtî Suzan Okar jî diyar kir ku hevserê wê Baha li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ye û şandina kulîlkekê jî xedexe ye. Okar, destnîşan kir ku pir bi hêrs e.
Pişt re bavê Vedat Kûrşûn Şukru Kûrşûn fikr û nerînên xwe bi rojnamegeran re parvekir. Kûrşûn, anî ziman ku Vedat Kûrşûn ji bo şexsê xwe tu tişt nekir û tenê armanca wî rastiyê pêşkêşî civakê bike.
Kûrşûn wiha got: "Derdê min pir e. Hûn bawer bikin ku ez bi salan serpêhatiyên kurê xwe ji were bêjim bi dnawî nabin. Êşên wî kişandine bi dawî nabin. 3 salin li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye. Sûcê wî çiye? Sûcê wî rojnameger e. Ji ber ku xwediyê rojnameya Kurdî ye. Ji bo Tirkiye û azadiya çapemeniyê çi ji destê min bê ez dê bikim. Ez ji bo dîtina wî 150 km diçim û têm. Li şûna 2 kes bînin 4-5 kes di odeyek biçûk de dimînin.”
Piştre hevsera Nedîm Şener Vecîde Şener jî anî ziman ku li vî welatî şert û mercên girtîgehan pir giran in. Herî dawî birayê Bedrî Adanir Kadriye Adanir axivî û silavên Girtiyên Girtîgeha Tîpa D a Amedê Ozan Kiliç, Tayyip Temel û Bendrî Adanîr anîye.


 ANF/STENBOL