Armanca me berhevkirin û ragihandina ku civakê pêşbixê ye.
Ev gotina edîtorekî cîhana medya Tirk e. Lê ji roja ku medya “reş û spî” li Tirkiyê dest bi weşanê kir û heta îro, mixabin ev armanca pîroz ne kete mer’iyetê. Dîmenê medya Tirk ya îro jî li darî çavan e.
Rûdênek ji ya Tirkiyê Medya ye û rûreşiyek ji vê tivêla bêqudoş dibare.
Medya rûdênek e, lê du rûdênên din yên Tirkiyê hene.
Yek, oldariya  cemaetê, ku  ruhsata Xwedê kiriye çarşefa reş û di rengê munkîr-î munafiq de kar dike ye, duyemîn jî, helwesta gel “tebaa”bûnê ye.
Tebaa Tirk, ber bi “ummet”ê diçe.
Ez Kurdan li derî vê pîvanê digirim.  Ji ber ku Kurd “mahşera xwe” dijîn.
Eger Kurd yekîtiya xwe sazkar nekin, ev mahşer wê mezintir û dijwartir bibe. Hingî, destîniya sedsala bîstan û bûyerên drametîk yên Tewrata Kurdistanê wê car din dest pê bikin. 
Roleke mezin dikevê ser milê Medya Kurd û ser milê rojnamevanên Kurd. 
Rojhilata Navîn di qonaxeke pirr hassas û giring re derbas dibe. Lîstikên mezin û tevgerên mezin çêdibin. Herêm ji nû ve tê dizayn kirin û parvekirin. Konferansa Tunusê ku ji bo Suriye hate lidarxistin mînaka van lîstik û tevgerên mezin e. Beroşa şeş çembilî, li ser agir dikele û ji nişka ve dikare bifûre.
Hemberî ku dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, statukoparêziya  dewletên dagirker şikestiye jî, metirsînî berdewam dike û li  hundirê Tirkiyê  pêşketinên balkêş  çêdibin.
Kurdan pêvajoyek daye pêşiya xwe û ji bo Bihara 2012an rojên bi hejmar mane. Gel di nava çalekiyên greva birçîbûnê de ye û 8ê Adarê û Newroz nêzîk dibin.  Konseya Ewlekariya dewletê MGK, di tefsiyekirina Haraketa Azadiya Kurd de israr dike. Tesfiyekirina Haraketa Azadiya Kurd, tunekirina tevahiya nirx û destketiyên gelê Kurd e.
Eger di vê qonaxê de, medya Kurd, rewşenbîriya Kurd  rol û mîsyona xwe nelîzin; Kurd wê çawa dikaribin bibin bersiva demê û di dizaynkirina nû ya herêmê de xwedî li nasnameya xwe derbikeve û di nava malbata mirovahiyê de cihê xwe  bigire?
Mekanîzmeya ku Tirkiyê rêve dibe, bûye “ejderha û di her rengî de, li gorî her demê haraket dike .”  Medya jî bûye çengek ji yê vî ejderha ku bi xwînê tê xwedî kirin. Ev mekanîzmeya wek cenderê, ferên aş û “kuştina çaprast” kar dike. Ne tenê li çiyan, ne tenê li kolanan Kurdan dikuje; li girtîgehan, li derveyî welat jî Kurdan dikuje. Kuştin ne tenê fizîkî ye.
Mijara zarokên li girtîgeha Edenê Pozantî jî rûreşiyek mirovahiyê ye, lê AKPe bêdeng e.
Nivîsa Amed Dicle ya li ser heman mijarê, di ajansa nûçeyan ANFê de derket. Amed Dicle, yek ji  rojnamevanên Kurd ku di nava 17 salan de derketiye holê ye. Nivîsa wî jî ezberê gelê Kurd xerab dike û belge ye. Amed Dicle mînaka fermandarê Naziyên Almanya Franz Stangl’e dide û bi pêşketinên li Tirkiyê re tîne hemberî hev. Her çiqasî nûçe û gotarên rojname û ajansan wek rojane bên xwendin û derbas bibin jî, belge ne. Nivîsa Amed Dicle jî, belgeyek e, ezberê Kurdan xerab dike û di paşerojan de wê bibe mijara lêkolînan.
Amed Dîcle, dide xuya kirin ku, gotina destpêka nivîsa me, “armanca pêşxistina civakê” di medya Kurd de pişkivî ye, hêdî hêdî mêweyan dide.  Komara Tirkiye, wek “dewleta bê gel” hate damezrandin, gel jî piştre hate afirandin. Di vê afirgeriya şermezarî û hetikberiya mirovahiyê de, medya Tirk roleke bextreş lîst û armanca pêşxistina îdeolojiya fermî “bihaqqin” pêkanî. Îro, dibin pêşengiya Erdogan û Fetul-munkîr de, dewlet bûye tebaa û gel jî bûye “ummet”a wek evd.
Her du basik jî li ser bingeha Tirkîtiyê (spî û kesk) hatin avakirin.  
Di qonaxa îro de du cambaz derketine ser şelîtekê û dilîzin. Yek Kiliçdaroglu ye, yek jî Erdogan e.  Yek xwedî mîrateyeke rûreşî û sucê mirovahiyê ye, yê din jî 9 sal in dest bi wê rûreşiyê kiriye û sucên ji qama xwe mezintir yên mirovahiyê kirine û dike.
Her du jî helbestan dixwînin û xwedayê wan helbestan bikartînin. Vêce, her du pêşengên îdeolojiya fermî, bi xwendina helbestan, ji gel bêhtir bang li entelektulan, demokratan dikin. Erdogan têra xwe ji Kurdan jî, ji Tirkan entelektuel û demokrat li dora xwe dane hev. Kiliçdaroglu, heta îro rêbazên klasîk bikartîne, piştî kurultay-civata giştî ya 26-27ê Sibatê, wê rêbazên xwe biguhere.
Erdogan canbazekî siyasetê ye. Şagirtê Erbakan e, lê li mamostayê xwe zêde kir. Hêza Erdogan canbaziya li ser sê werîsan e; yek ol e, yek nijadperestî ye, yek jî demokrasî ye. Sê tiştên ji hev cûda ne û ziddê hev in, dîse jî Erdogan bi hostayî sê tişt li hev mehr kirine.
Kurdan, rûdêna  rast ya dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê nas kiriye, lê hîna rengê vê rûdêna wek canawerê reng diguhere ji hev ne tefsilandine.