Îsal cara 8’emîn e ku li Hamburgê Rojên Fîlmên Kurdî tên lidarxistin. Bername bi fîlmê ‘14 Temmuz’ (14’ê Tîrmehê) dest pê kir. Galaya fîlm li salona sînemayê ya Savoyê pêk hat. Derhêner Haşîm Aydemîr, şahidên hovîtiya Zindana Amedê Nîhat Emen û Alî Yavru, xwişka Mehmet Hayrî Durmuş Ayten Durmuş û gelek sînemahezan li fîlman temaşe kir. Ji komîteya amadekar Yaser Irmak û Adalet Amed, beriya destpêkirina galayê bi zimanên kurdî û almanî xêrhatina mêvanan kir û da zanîn ku dê di van rojan de gelek fîlmên metrajdirêj û kurtefîlm dê bên pêşkêşkirin. Fîlmê ‘14’ê Tîrmehê’ ku bi qasî 2 saetan dewam dike, di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Ferhat Kurtay û hevalên wan de, qala berxwedana li dijî faşîzma dewleta tirk a li zindana hejmara 5’an dike.


Ruhe berxwedanê

Piştî nîşandana fîlm, derhêner Aydemîr bersiv da pirsên sînemahezan û anî ziman ku ruhê 14’ê Tîrmehê îro li çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava deng vedaye û wiha axivî: “Ev karê ku hatiye kirin, dibe ku ji sedî yekê hovîtiyê jî venegotibe. Bêguman ne karekî hêsan e ku mirov qala tevahiya hovîtiya hatiye kirin, bike. Bi vî karî me xwest bibin dilopek ji vê deryayê. Ji bilî mexdûriyetê, me xwest bi rêya berxwedanê peyamekê bidin. Di beşeke fîlm de Mehmet Hayrî Durmuş wiha dibêje: ‘Bi rêya vê berxwedanê me pişt li xiyanetê şikand’. Dema me dîmenên vî fîlmî dikişandin, mîna ku dîrok xwe dubare bike, dewletê bombe li Sûrê dibarandin.”

 

Ji bo jiyanê 

Aydemîr bal kişand ser erk û berpirsyariya hunermendan a li pêşberî civakê û wiha dewam kir: “Hunermend neynik û wijdanê civakê ne. Hunerek ji gel qut nabe. Em zarokên nifşekî wisa ne ku deriyên girtîgehan ronî kirine. Derdekî me heye ku em fîlman dikişînin. Ya girîng ew e ku ev fîlm bigihîjin gel.” Xwişka Mehmet Hayrî Durmuş Ayten Durmuş jî bi çavên hêsir dest bi axaftina xwe kir û wiha pê de çû: “Me her tim jiyana kekê min, berxwedana wî di pirtûkan de dixwend. Lê niha bi vî fîlmî re mîna ku min li mirina mirovê herî nêzî xwe temaşe kir. Heta dawiya emrê xwe em ê vê hovîtiyê ji bîr nekin. Kekê min û hevalên wî jiyana xwe diyarî gelê xwe kir. Ji ber ku gelekî ji jiyanê hez dikirin û di oxira wê de canê xwe feda kirin. Em jî wek malbat û hevrêyên wan, careke din dibêjin ku em ê xwedî li mîrateya wan derkevin.” 


 ANF/HAMBURG