
Li gorî min, huner ne vegotina jiyanê bi xwe ye, huner xeml û rewşa jiyanê ye. Huner bedewkirina jiyanê ye. Em dên û bala xwe bidin stranên Rojda, Mizgîn Tahir û Delîl Dîlanar. Rojda bi navê Şengalê strana xwe honandiye û di beşekê de dibêje:
Bêje çiyayê Sîncarê
Çend ewrên reş û tarî
li ser Edûl û Derwêş digerin
Lê Evîn tim li ber xwe dide
Birîndar e Şengalê birîndar e,
Kobanê birîndar e…
Delîl Dîlanar jî bi navê Qêrîn straneke dengbêjiyê çêkiriye û di beşekê de dibêje:
Hewar e hey hewar e
birîna me kûr e pir xedar e
Ji serxwebûnê pê ve tu çare
Ji derdê me re nemaye
Ferman e ferman e…”
Di her du stranan de jî kêmasiya helbestî heye. Honandin ne bi şêwaza helbesta stranî ye. Madem qafiye ne girîng e, baş e ji bo çi Rojdayê gotiye Sîncar? Bila bigota Şengal.
Ya Delîl jî eynî wisa. Lê kêmasiya mezin, nîqaşên siyasî xistine nava stranê. Serxwebûn derman e dibêje. Ev nîqaşeke siyasî ye, ne huner e. Jixwe di stranê de ruhekî ku karibe serxwebûnê jî bîne, xuya nake. Her du jî stranên şînê ne. Lê Kobanê ne şîn e, berxwedana rûmetê ye.
Mizgîn Tahir jî ji bo Orkestra Heskîfê li ser Kobanê stranek çêkiriye, hin beş wiha ne: Li Kobanê şer û ceng e
Şer û ceng e berxwedan e
Şerê hebûn û nebûnê
Tola Arîn (a) Mîrxan e
Lê di beşekê de gotina navdar a kurdî ji bo strana xwe bi kar aniye û dibêje:
Zor zane, zêr zane
Devê tifingan mor zane
Kobanê şer giran e
Me sond xwarî bi şehîdan e
Bernadin…”
Di warê ruh, melodî û awazê de, ya Mizgîn Tahir ji yên din dewlemendtir e. Mirov dizane muzîk tiştekî nû ye û ji bo Kobanê jî ruhê berxwedanê derxistiye pêş. Lê yên din muzîk mirov dixe gumanê. Gelo ez vê muzîkê nas dikim!
Divê hunermend vê yekê ji bîr nekin. Ew nûçeyan nadin, ew hunerê diafirînin.
Nûçe derbas dibin diçin, huner bi xemla hunerî wê nûçe û bûyeran mayende dikin.
ÎKRAM BALEKANÎ