Ruhê neteyewekê ye ziman û wêje
Helbestvan Berken Bereh axaftina dawî ya Rojên Wêjeya Berawirdî doh kir û got, di van rojan de her çiqas ziman cuda bû lê hest û raman yek bûn, û wêje û ziman ruhê neteweyekê ye û xwest pênûsên adilane her ji bo mirovahî û xwezayê binivisînin.
1’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê û Navenda Huner a Amedê (DSM) hat lidarxistin, bi axaftina “Mêvanê Rûmetê” helbestvan Berken Bereh bi dawî bû. Bername li avahiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê pêk hat. Xwediyê Weşanxeya Lîsê, Lal Laleş li vir axivî û ji bo elaqeya xwîner û wêjehezan, malavahiya wan kir.
Helbsetvan Berken Bereh, derket ser dikê û axaftina girtinê kir. Bereh bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir, “Ez li ber dilê we yê pak li ber pênûsa we ya her ji bo aştî, biratî, wekhevî û cîhanek a ji bo herkesî geriyayî bejna xwe ditewînim. Ez dibêjim hûn bi xêr hatine mala xwe. Ji ber ku di wêjeyê de sînor tune ye. Ji ber nexweşîna malbata xwe di van rojan de nikaribûm li gel we bim.”
Peyv û erdnîgarî
Berken Bereh anî ziman ku ji bo nivîskarekî piştî salan ji bo bernameyê wek “mêvanê rûmetê” wî dan hilbijartin ji bo wî cihê serbilindiyê ye û got, “Di van du rojên kurt de beşdarî gellek gotar û bernameyan bûm. Bi dilxweşî û bextewarî min dît ku hemû nivîskar û hunermendê derketin ser dikan, peyamên wekhevî, biratî, aştî, dinyayeke adil dan. Digel ku ziman û çand ji hev cuda bû, lê hîs, hest û ramanên wan heman tişt bûn.”
Bereh got, di gengeşeya li ser helbestên wî bi Ingilîzî û Fransî de dît ku her zimanekî xwedî ruhekî ye û wiha dewam kir, “Ziman xwedî çand û kodên ji hev cuda ye. Min yeqîn pê anî ku ew ên gotine ‘helbest nayê wergerandin’ careke din eşkere bû ku tên wergerandin. Min dît ku di wergera şi’irê de hinek peyv bi aloz bûn. Ji ber ku ev peyv li vê erdnîgariyê dihat bikaranîn û li erdnîgariyeke din nedihat bikaranîn.”
Cudabûn meşrû û xwezayî ye
Bereh got, bi qenaeta wî, hemû teorîsyenên cihanê ji bo edebiyatê dibêjin, “edebiyat û ziman rûhê neteweyekê ne. Nivîskar û helbestkarê wê neteweyê hiş, giyan, dil û bîra wê neteweyê ne. Ango qedera nivîskarekî bi qedera gelê wî ve girêdayî ye. Ji ber wê ye ku şair Rojen Bernas gotiye, ‘Nasnameya min di devê min de. Derya min û tesawirê. Nasnama min di devê min de, zimanê minî bav û kalan.’ Belê, digel ku her ziman xwedî çandek û ruhekî cuda ye jî, lê taliyê ev cudabûn tiştekî meşrû û xwezayî ye.”
Tu miqamê wê xweştir bike
Bereh axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Digel ku zalim, sitemkar û sermiyadarê ku di sedsala bihûrî de ji ber menfaet û kara xwe du şerên cihanê jî pêk anîn, nikaribûn mirovahiyê ji hev dûr bixin. Lê ez di wê baweriyê de me bi pênûsa we ya adil û ciwankar wê ev sedsal neyê piştguhkirin û kêmkirina xweza û mirovahiyê. Ez bi ristên ku niha li ber nexweşiya kansêrê li ber xwe dide, birêz Mem Ronga bi dawî bikim. Wiha dibêje birêz Ronga; Ne bi me dest pê kir ev stêrê û ew ê jî ne bi me biqede. Jiyan straneke bê dawî ye. Tu miqamê wê xweştir bike.”
Piştî axaftina Bereh, Rojên Wêjeya Berawirdî ya 11’ê Cotmehê dest pê kirî, bi dawî bû. n MA / AMED