Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta beşdarî bernameya Çira Welat a qenala Çira TV bû û rewşa li herêmê nirxand. Avesta diyar kir, ruhê berxwedan û azadiyê li Îmraliyê destpê kiriye û berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî dewama vî ruhî ye. Avesta diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha di nava berxwedanê de ye, berxwedana roja îro li Girava Îmraliyê destpê kiriye û got, “Berxwedan, helwesta pîroz, sekna hêja, ruhê azadiyê li Îmraliyê destpê kirin. Rewşa li herêmê û Kurdistanê, berxwedana bênavber dewama vê ne. Ji ber vê yekê agahî ji Girava Îmraliyê nayê wergirtin. Lewma heyet nikarin biçin, girtiyên li cem wî tên sirgûnkirin.”


‘Yê şer rawestîne Rêber Apo ye’

Avesta anî ziman, rewşa li Îmraliyê êdî tecrîd jî derbas kiriye û got: “Di şexsê Rêber Apo de dixwazin rûmeta gelê Kurd binpê bikin. Rêber Apo di vê mijarê de çend caran dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê hişyar kir. Yekane kesê di vê rewşê de çareseriyê biafirîne Rêber Apo ye. Yê ku vî şerî dikare bisekinîne Rêber Apo ye. Bêyî Rêber Apo ti prosedur bi pêş de naçe. Eger Tirkiye dixwaze bi hêzên navneteweyî re vê pirsgirêkê çareser bike, dixwaze ev şîdeta li Bakurê Kurdistanê biqede, hingî divê beriya her tiştî bi Rêber Apo re hevdîtinan bike. ”


‘Berxwedan ketiye qonaxeke nû’

Avesta da zanîn, rewşa li Bakurê Kurdistanê nabe ji ya herêmê cuda bê nirxandin û wiha peyivî: “Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, ji nû ve tê nirxandin. Hemû hêz dixwazin li ser herêmê serwer bin. Yek ji hêzên dixwaze xwe weke modeleke nû ya Rojhilata navîn nîşan bide, Dewleta Tirkiyeyê ye. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e.  Li Bakurê Kurdistanê berxwedan ne cara yekê ye tê kirin. Berxwedaneke ji dehan salan hene. Ev 32 sal in têkoşîna çekdarî heye. Ev 45 sal in nêrînên Rêber Apo û avabûna PKK’ê heye. Ev berxwedan bi salan e dewam dike. Ev şerekî birûmet e, yê xweparastinê ye. Bila gelê me, raya giştî û dewleta Tirk jî bi vê zanibin; berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye. Bi mehan e ev şer li bajaran dewam dike û heta bi ser bikeve, wê bidome.”


‘Vîneke mezin derkete holê’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta da xuyakirin, ku dewlet tengav bûye, di nava rewşeke xitimandî de ye û diyar kir, AKP di nava faşîzma xwe de fetisiye, yekane rêya rizgariya ji vê rewşê çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Avesta anî ziman, berxwedana ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve li Bakurê Kurdistanê tê nîşandan, vîneke mezin derxistiye holê û got, “Berxwedana li Bakurê Kurdistanê, sekna Kurdê azad e. Ti tişt nikare xwe li ber sekna Kurdê azad bigire. Yên ku di sedsala 21’an de dixwazin li herêmê serdest bin, ev faşîzm e. Lê belê vê rewşê di nava Kurdan de rê li ber vîneke mezin vekir. Êdî li herêmê Kurdên nû diafirin. Sekneke nû derdikeve holê. Berxwedana li Bakurê Kurdistanê ruh dide Rojhilata Navîn. Berxwedana Cizîrê ruh dide herêmê. Berxwedana Sûrê, ruhê Sûrê ruhê Kurdê Azad, ruhê jina azad, ruhê ciwanê azad, ruhê akademîsyen û rojnamevanên azad e. Ruhê xwendekar, esnaf û gundiyan e. Ruhê temamiya civakê ye. Ya bi ser ketiye Cizîr e, Sûr e, Hezex e, Kerboran e, Nisêbîn e, Gever e. Ya bi ser ketiye ruhê azadiyê yê sedsala 21’an e.”


‘Gel dibêje bila gerîla tolê rake’

Avesta di pêvajoya heyî de bal kişand ser rola gerîla û got, “Di dema bihurî de me dît bê gerîlayên azadiyê rola xwe di kîjan astê de lîst. Eger îro li Kurdistanê şer li bajar û gundan tê meşandin, ev yek çandeke ji aliyê gerîlayên azadiyê ve hatiye afirandin e. Gerîlayên Azadiyê wê di sala 2016’an de bi berpirsyariya xwe rabin û gelê xwe biparêzin. Gerîla dizane ji bo çi têdikoşe. Haya xwe ji vê heye. Gerîla wê di dema pêş de bi her awayî bi rêbazeke nû bikeve dewrê. Û wê bi vî rengî pêvajoyê bi rê ve bibe. Bala gel bêguman li ser gerîla ye. Li hemberî wehşeta li Cizîrê hat kirin gel dibêje ‘gerîla bila tolê rake’. Gel gerîla dawet dike. Û gerîla jî wê bi erka xwe rabe û gel biparêze.”


Pêngava rizgarkirina Musilê

Li ser operasyona Mûsil-Telafer a di rojevê de ye Avesta da xuyakirin, ku ji aliyê cografîk ve pareke girîng a Şengalê di vê operasyonê de heye, lewma hêzên li Şengalê wê di vê operasyonê karibin bi roleke mezin rabn.

Avesta bal kişand ser girîngiya operasyona Mûsil-Telaferê ji bo civaka Êzîdî û got, “Li xeta Mûsil-Telaferê gundên civaka Êzîdî hene. Di vê pêngavê de divê ew gund bên azadkirin, ji çeteyan bên paqijkirin. Ji bo vê jî rola Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) girîng e, YJŞ wê bibe hêza pêşneg. Her wiha bêyî gerîlayên azadiyê şerê li dijî DAIŞ‘ê zehmet e. Hem li Kerkûk, hem li Mexmûr, hem jî li Şengalê ev derfet hene û dikarin tevlî vê operasyonê bibin. Gerîlayên azadiyê heta niha çû bin ku derê, li wir bi ser ketine. Ji 3’ê Tebaxa 2014’an û vir ve cîhan û alem tev bi serketina gerîla ya li Şengalê dizane. Her kes pîroz dike. Cihgirtin YBŞ û YJŞ li nava van pêngavan, tevî wezîfeyeke siyasî û leşkerî, erkeke exlaqî ye. Ji ber ku, keç, zarok, jin, bûkên civaka Êzîdî li van deran hatin firotin, kirin kole, serê wan hatin jêkirin. Pêkanînên li dijî mirovahiyê li Şedadê, Mûsil, Telafer, Reqqayê hatin kirin. Lewma girîng e YBŞ û YJŞ di vê pêngavê de cihê xwe bigirin.”