42'emîn rûniştina doza ku 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd ên wekîl û şaredar û parazvanên mafên mirovan jî hene û bi îdîayên "Rêveberên rêxistinê" û "Endamên rêxistinê ne" tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Gelek parêzer, nûnerên sefaretxaneya Swêdê,  Hevpar a Mafên Mirovan a Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (İHOP), Yekîtiya Parêzerên Sînornenas a Swêdê jî di rûniştinê de amade bûn. Polîsan beriya rûniştinê derdorê Edliyeya Amedê dorpêç kir û kesên diçin edliyê di bin gelek kontrolan re derbas bûn.

Krîza zimanê kurdî dubare bû
Di rûniştinê de qrîza kurdî dîsa dewam kir. Di rûniştinê de îkameya Serokê Enstitûya kurdî ya Stenbolê yê berê Alaattîn Aktaşhat kirin. Di îkameyê de hat diyarkirin ku Aktaş di dema derbeya 12'yê Îlonê de jî hatibû girtin û 20 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Aktaş di rûniştinê de got; "Ez tevlî bernameyeke televîzyona Roj TV'yê bûm û min got; çareserî di PKK û Ocalan de ye. Ev gotin ne ne yên min in, ev nêrîna gelekî ye. Piştî îfadeya Aktaş hat xwendin Aktaş got; ew îfadeyên min in rast e, tiştekê ez lê zêde bikim nîn e û mîkrîfona Aktaş hat girtin.

Beyî delîlan hate girtin
Parêzer Eren Keskîn jî mafê axaftinê girt û wiha axivî: "Mûwekkîlê min di heman demê de mexdûrê derbeya 12'yê Îlonê ye jî. 20 salan di girtîgehê de ma. Piştî derket tevlî siyasetê bû. Lê di 11'yê Îlona 2009'an de jî dîsa hat binçavkirin û tevî ku tu delîl nîn in jî hat girtin."
Dadgehê piştî belgeyên din xwendin, dîsa mafê axaftinê da Aktaş, lê Aktaş got; tiştekê ew lê zêde bike tune ye. Piştre hevdîtinên telefonan ên Kamuran Yuksel û Aktaş hatin xwendin. Dadgehê ji bo delîlên îkameyên Aktaş bidomîne navber da rûniştinê.

DÎHA/AMED