Wîkîferheng ango ferhenga azad, niha bûye platformek ku 6000042 rûpel lê hatine zêdekirin. Bi vî rengî jî bi milyonan peyvan dihewîne. Di ferhenga Kurdî de peyv di zêdeyê 270 zimanên din de jî hene. Di rûpelê destpêkî yê wîkîferhengê de peyva hefteyê derdikeve pêşiya me. Li binê wê jî bi sernavê „ji gencîneya me beşek heye ku kategoriyên weke „Peyvên Kurdî yên daxwazkirî, Gotinên Pêşiyan, Gotinên Mezinan dihewîne. Ji bo mirov karibe li hev bigire, miqabilê wîkîferhengê bi Elmanî Wiktionary ya bi Elmanî ye û yên wê 646845 rûpelên wê hene, herçî Tirkiye 325533 rûpel lê hatine barkirin. Bi vî awayî Elmanî û Kurdî nêzî hev in bi rûpelên xwe û Kurdî hema hema du caran li Tirkî zêdetir e. Bi her halî heger hûn vê hefteyê bikevin wîkîferhengê, peyva hefteyê ya ku wê bixêrhatina we bike, "nok" e. 


NAVENDA NÛÇEYAN