Rejîma Baasê ya Iraqê ji sala 1988 heta 1990'î di 8 qonaxan de enfal pêk aniye. Di van enfalan de 210 hezar û 641 Kurdên sivîl hatine gulebarankirin û hatine bidarvekirin. Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e. Enfala Kurdan 21’ê sibatê 1988’ê li Dola Caf (Cafetî) destpê dike û 6’ê Îlona 1988’ê de li Zaxoyê bi dawî dibe. Ji Zaxo heta Hemrînê tu warên Kurdan nahêlin, hemû ji holê radikin. Dîsa li Qeladiza Silêmanî, Şivan û Axçelera Kerkûkê. Piraniya Kurdên li van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî direvin herêma Kurdan a Îranê û Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tên girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.
Li gorî rêjeyên navneteweyî li dora 182 hezar Kurd hatine windakirin. Ev windayî di gorên tomarî de tên dîtin. Li gor agahiyan, keç û jinên Kurdan ji bo şêxên dewlemend ên ereb re dihatin veqetandin. Hinek ji wan jî ji bo fihûşê dibirin Misirê û Tirkiye yê. Piştî têkçûna Rejîma Baasê li seranserê Iraqê, gelek gorên tomarî hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin. Li gor agahiyan, Sedam Husên di sala 1973'an de diçe Navçeya Qeladizê, lê tu kes ew pêşwazî nake. Hate diyar kirin ku di 24'ê nîsana 1974'an de bi hinceta "Piştgiriyê didin dijmin û muxalifên hikumeta Iraqê" balafirên şer yên rejîma Iraqê bajarê Qeladizê û Zanîngeha Silêmanî ku wê demê li Qeladizê bû hate bombebaran kirin.
Ji 15'ê nîsanê heta 28'ê hezîrana 1987'an 28 gund û navçeyên ku niha di nava sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ne bi bombeyên kimyewî hatin bombebaran kirin. Ji 25'ê sibata 1988'an heta 29'ê Tebaxa 1988'an de jî 24 gund hatin bombebaran kirin. Di 16'ê adarê 1988'an de jî navçeya Helepçê hate bi bombeyên kîmyewî hate bombebaran kirin. Li gor agahiyên fermî 5 hezar kes hatin kuştin û 10 hezar zêdetir kes jî birîndar bûn. Di navbera 25-29 tebaxa 1988'an de Navçeya Gelî Bazê, ji aliyê 12 balafirên şer yên Iraqê ve çekên kîmyewî hate bikaranîn. Di nava 4 rojan de 2 hezar û 980 kesên sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn jiyana xwe ji dest dan.
Peyva El-Enfal esasê xwe ji erebî tê. Enfal, ji hêla rejîma Baasê ya Iraqê ve navê bikaranîna çekên kîmyewî ye ku di 4'ê nîsanê 1980'ê destpê dike, heta sala 1990'î didom e, hatiye danîn. Enfala ku rejîma Baasê bi hinceta di hêla olî de Kurdên Feyîlî mezheba wan şiî ye, dest bi kuştina wan dike. Di encamê de 10 hezar Kurdên Feylî tên kuştin. Di 31'ê tîrmeha 1983'an de 8 hezar mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikûje. Di encama 8 qonaxên enfalê de 210 hezar û 641 Kurdên sivîl hatine gulebarankirin û hatine bidarvekirin.


SERBAZ SIYAMEND - DÎHA/HEWLÊR