Li hemberî komkujiya li Pirsûsê, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê bi destê artêşa Tirk û operasyonên qirkirina siyasî, nerazîbûna Kurdên li Ewropayê bi çalakiyan dewam dike.
Regensburg
Li bajarê eyaleta Bavyera a Elmanyayê, Regensbûrgê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Pirsûsê, bombekirina gelek herêmên Kurdistanê, mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de gelek Kurdistanî, şoreşger demokratên Tirkiyeyî û dostên Kurdan ên Elman amade bûn.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk dixwaze herêmên YPG lê serdest e, bêbandor bike. Di axaftinan de bal hat kişandin ser xweranegirtina li serketina HDP'ê û hat destnîşankirin ku Kurdistanî wê bi gelên cîhanê û şoreşger demokrat ên Tirkiyeyî re, li hemberî dewleta Tirk ji sedî sed bi ser kevin.
Creil
Li bajarê Fransa Creîlê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, li dijî bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û Komkujiya li Parîsê, daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Dûre li Lokala Mala Çanda Anatolî ya Nûrheqê, ji bo şehîdên Pirsûsê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta faşîst a Tirk û AKP di bin navê têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de li dijî Kurdan, derdorên çep, sosyalîst û şoreşger şerekî berfireh ragihandiye, û hat destnîşankirin ku komkujiya li Pirsûsê, bombekirina Herêmên Parastinê yên Medyayê û girtina bi sedan mirovan, mînaka şênber a vê yekê ye. Piştre li Lokala Mala Çanda Anatolî ya Nûrheqê, ji bo şehîdên Pirsûsê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Nice
Êrîşên dewleta Tirk û qirkirina siyasî li bajarê Franca Niceê bi meşekê hat protestokirin. Di axaftinên li meşê de banga hestyarî û hişyariyê li raya giştî ya Fransa û cîhanê hat kirin. Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.
St. Polten
Li bajarê Awûstûrya St. Polten û derdora wê jî ji bo mirovên di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayî civîneke bîranînê hat lidarxistin. Civîna li Navenda Civaka Demokratîk a St. Poltenê pêk hat. Ji Însiyatîfa Karkerên Koçber li Awûstûryayê (AGÎÎ) Huseyîn Aslan got, haya AKP û MÎT'ê ji komkujiyê hebû û destnîşan kir ku ev ne komkujiyeke asayî ye. Ji Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Awûstûryayê Gulbey Koseoglû jî da xuyakirin ku êrîşên dema dawî li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd tên kirin. Koseoglû xwest li hemberî teror û faşîzma AKP'ê Kurd, Tirk û Elewî bi hev re tevbigerin.
Rotterdam
Kurdistaniyên li bajarê Holenda Rotterdamê civiyan, li stasyona trênê ya navendî ya Rotterdamê xwe li erdê dirêj kirin û çalakiya protestoyî li dar xistin. 'Tirkiye bombeyan li Kurdan dibarîne, bêdengî erêkirin e' peyama çalakvanan ji raya giştî re bû.
Barcelona
Komkujiya li Pirsûsê û êrîşên piştî komkujiyê, li ber Konsolosxaneya Tirk a li bajarê Katalonyayê Barcelonayê hat protestokirin. Kurd, Tirk û Katalanên duh êvarê saet 19:00´an li ber avahiya Konsolosxaneyê civiyan, komkujiya li Pirsûsê protesto kirin. Ji partiya Katalan CUP Davîd Fernandez destek da çalakiyê û li dijî êrîşan peyama piştevaniya gelan da.
Toulouse
Li bajarê Franse Toulouseê, komkujiya li Pirsûsê û êrîşa balafirên şer ên Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin protestokirin. Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Toulouseê, bi desteka rêxistinên civakî yên sivîl ên Franseyê çalakiyek protestoyî hat lidarxistin.
Mîtîngê saet 20:00´an li Meydana Capîtolê destpê kir. Ji Partiya Çep a Franseyê Jean Chrîstophe Scellîn da xuyakirin ku AKP piştî têkçûna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de rûyê xwe yê qirêj nîşan daye. Scellîn da xuyakirin ku êdî dem hatiye PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin û xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Ji Tevgera Aştiyê Chrîstîne Rosember jî xwest Erdogan ê ku destekê dide hovîtiya DAIŞ'ê werin darizandin. Li ser navê Partiya Komunîst a Fransayê Xavîer Lambert diyar kir ku çapemeniya Fransayê bi weşandina nûçeyên weke 'Erdogan û hikûmeta AKP DAIŞ'ê bombe dike' şaşîtî ye û got, di bin vî navî de li hemberî tevgera Kurd û hêzên sosyalîst operasyon tên kirin.
Li ser navê Partiya Kapîtalîst a Nû Pîerre Granet êrîşa li hemberî Qendîlê şermezar kir û anî ziman ku operasyonên hewayî yên tê gotin li hemberî DAIŞ'ê jî tên kirin, bi temamî xapandin e.
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Stuttgartê civîna gel
Li bajarê Elmanya Stuttgartê, ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve civînek gel hat lidarxistin. Civîna ji aliyê Ciwanên PYD´ê pêr li Navenda Civaka Demokratîka Kurd hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî beşdarî civînê bû. Di civînê de berpirsyarê PYD´ê yê Elmanya Xebat Şakir got, em di pêvajoyeke gelekî nazik û girîng re derbas dibin û wiha pêda çû "divê were gotin ku hin hêz îro li hundir û derweyî Sûriyeyê hene, li dijî avakirina xweseriya Demokratîk in. Ew naxwazin ku ev pergal bi pêş bikeve û xurt bibe. Ew her wiha şerê YPG û YPJ´ê dikin. Hin ji van jî Kurd in ku şerê vê xweseriyê dikin û li dijî YPG´ê jî derdikevin." Şakir di berdewamiya axaftina xwe de, şoreşa Rojava wekî şoreşa sedsalê bi nav kir û wiha nirxand "Dema li Rojava amadekariyên pergala xweseriya demokratîk dihatin kirin gelek kesan digot, dê çawa çêbe? … Li gorî wan divê her tim desthilatdariyek li ser civakê hebe … Lê civak xwedî hêzeke wisa ye ku ev hişmendî jî guherî. Dema civak biryarê bide, avakirinê pêk tîne û hêza mezin hêza civakê ye. Dema parastin pêwîst be, ew wê birêxistin dike"
Xebat Şakir, di dawiya axaftina xwe de,bal kişand li ser girîngiya rêxistbûnê jî û got, "wekî PYD em dixwazin gelê me yê ji welatê xwe derketî ji wan re alîkariyê bike û her wiha wan bi rêxistin bikin. Erka me ya herî girîng ew e ku em li gelê xwe û ciwanên xwe xwedî derkevin. Civîna ku di atmosfereke germ de derbas bû, bi pirs û bersivdayîna pirsan bi dawî bû.
A.RAHMAN KARATAŞ / STUTTGART