Rojnemeya Rûsî Nezavisimaïa Gazeta bal kişande ser rola pêşeng a YPJ`ê di rizgarkirina herêman di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de. Rojnameyê diyar kir ku leza tevgera şervanên jin bi morala bilind cihê balkişandina rojnameyê bû û wiha got: “YPJ`ê di şerê li hemberî DAIŞ`ê de aktfbûna xwe ji hêzên hikûmeta Sûriyê zêdetir nîşan daye.” Rojnameyê di gotara xwe de wiha nivêsandiye.”Yekîneyên Parastina Gel a Kurd bi hevkariya Hêzên Sûriya Demokratîk dorpêçkirina bajarê Reqayê temam kir, kesên di bajêr de parastinê dikin nikarin pirên li ser çemê Firatê bikar bihênin, ji ber ku hatine rûxandin yan jî di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de ne.”

Rojnameyê her wiha bal kişande ser şerê rizgarkirina bajarka El-Kerame ya 15 kîlometreyan li rojhilatê bajarê Reqqayê ye wiha got:”Tiştê li vir balkêş ewe ku hêzên jinên kurd di nava 3 rojan de beşdarî şerên dijwar bûn û karîbûn derdora bajêr têxin bin serweriya xwe. Diyar e regeza zeîf, di şer de ne zeîfe, Jina Kurd hêza xwe di şerê li hemberî DAIŞ`ê de nîşan da, hêza wê ji ya hikûmeta Sûriyê zêdeditir bû. Em dikarin bêjin di şerê bajarê El-Keramê de Şervanên Jin ên Hêzên Kurdî bi lez û bi moralekî bilind tevdigeriyan. 


 MOSKOVA