Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû pêşniyar li Sûriyeyê kiriye ku Mûtabaqata Edeneyê nû bike. Hate îdîakirin ku di hevdîtinê de Rûsyayê pêşniyar kiriye “Qada liv û tevgerê a 5 kîlometreyî bibe 30 kîlometre.”

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû di serdana xwe ya pêr de ya li Sûriyeyê ev mijara 1998an ji nû ve xist rojevê.

Şoygû li Şamê bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Sûriyeyê Alî Memluk re hevdîtin kir. Di rojeva Şoygû de Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn.

Ajansa dewleta Sûriyeyê SANA’yê ragihand, ku di hevdîtinê de, peymana nû ya Idlibê ku 5’ê Adarê di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de hate îmzekirin, “Rewşa li herêma Cizîrê” û “Hewldanên dewleta Sûriyeyê yên ji bo serdestiya li çar aliyên welêt” hatin nirxandin.

Ragihandinê jî heman tişt got

Rojnameya El Arab ku agahiyên xwe spart hin çavkaniyên Şamê, ragihand ku “Nûkirina Mutabaqata Edeneyê rojeva bingehîn” bû. Rojnameya Şarq El Ewset jî mijar xist rojeva xwe û diyar kir ku di hevdîtinê de hewldanên rejîma Sûriyeyê yên ji bo serweriya li tevahiya welêt hatin nirxandin.

Rojnameyê ragihand ku Rûsya hewl dide Mûtabaqata Edeneyê ya navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê nû bike û diyar kir, dixwazin ku “Qada liv û tevgerê ya ji 5 hta 10 kîlometreyî bibe 30 kîlometre.”

Piştî ku dewleta Tirk û Rûsya-Sûriye li Idlibê bi hev ketin, Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan çûbû Moskowayê û daxwaza agirbestê kiribû.

Heman beriya hevdîtina 5’ê Adarê ya navbera Pûtîn û Erdogan, Beşar Esed ji qenaleke televîzyonê ya rûs re axivî bû û îdîa kiribû, “Kurd li Sûriyeyê nînin, doza Kurdan derew e û xeyal e.”

Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif bersiv da gotinên Esed û got, “Ev gotin gotina ‘eger hûn lê nefikirin nîne’ ya Erdogan temam dike. Her du jî li ser înkarkirinê digihêjin hev. Peyama ‘werin em li dijî Kurdan bibin yek’ e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN