ÊRÎŞ QOSER / ANF/MOSKOV
Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK’ê Selahattîn Soro, polîtîkaya Rûsyayê ya li Sûriyê û bandora siyasetên li herêmê ya li ser Sûriyeyê nirxand.
Selahattîn Soro diyar kir ku Rûsyayê bi dagirkirina Efrînê re destûr da Tirkiyeyê ku Tirkiye sînorê Sûriyeyê derbas bike û got, “Di dagirkirina Efrînê de berxwedana 58 rojan a YPG, YPJ û Kurdên welatparêz mohra xwe li sala 2018’an xist. Rûsya û DYE’yê li gorî xwe axa Sûriyê wekî Rojhilatê Firatê û Rojavayê Firatê di nava xwe de parve kirine. Kurdan li ser xeta Efrîn, Heleb û Şamê bi Rûsyayê re û li Minbic, Tebqa, Reqa û heta Dêrikê bi DYE û hêzên koalîsyonê re siyaseteke hevseng bi rê ve bir. Rûsya du sed sal in hewl dide dakeve Behra Spî û Rojhilata Navîn. Ev hedefa wan a stratejîk e. Rûsya yek ji wan welatên sereke ye ku çekan difiroşe welatan. Rûsya hewl dide di Rojhilata Navîn de bandora xwe ava bike.”
Çima Rûsyayê destûr da Tirkiyeyê
Soro di dawamê de dibêje, polîtîkaya Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn li ser berjewendiyan ava bûye û wiha dipeyive: “Herî zêde Rûsya bi rastiya Kurdan a li Rojhilata Navîn dizane û aliyên wê yên jeostratejîk û civakî baş dinirxîne. Rûsya bi erdnîgarî û civakbûna Kurdistanê baş dizane.”
Vekişandina Emerîka ji Sûriyeyê
Selahattîn Soro anî ziman ku ti kes ne li benda vekişandina DYE’yê ya ji Sûriyê bû û got, “Herî zêde mirov dikare vê bandora matmayînê di nav rêveberiya DYE’yê de bibîne. Em dizanin ku Wezîrê Parastinê James Mattis û Nûnerê Taybet ê serokê DYE’yê yê ji bo Koalîsyona li dijî DAIŞ‘ê McGurk ji ber vê biryarê îstîfa kirine. Îsraîl, Ingilîstan û Elmanya di serî de gelek welatên Ewrûpayê ji ber vê biryarê fikarên xwe eşkere kirin.”
Çi wê biqewime?
Endamê Komîteya Karên Derve ya KNK’ê Selahattîn Soro diyar dike ku li herêmê kaos didome û dibêje, “Hêzên li wê derê destwerdana eskerî negihandin encamekê. DYE´yê gotiye em ê vekişin, lê divê mirov ne li benda wî tiştî be ku ew ê hemû hêzên xwe vekişînin. Ingilîstan, Fransa, Elmanya û endamên din ên koalîsyonê diyar dikin ku ew ê li wir bin. Tirkiye li wê derê dagirker e û hêzeke zêde ya Îran û Hizbullahê heye. Li herêmê hê çareserî pêk nehatiye. Mirov nizane ka kîjan hêz wê di kîjan pozîsyonê de be. Lê ji bo Kurdan rîskên mezin hene, di heman demê de derfetên şoreşgerî jî ji bo Kurdan hene.”
Deriyê dojehê wê were vekirin
Selahattîn Soro herî dawî got, “Li ser zemîna Sûriyê di salên 1998 û 1999’an de hewl hate dayîn ku di navbera Kurdan û Tirkan de bingeha şerekî mezin were danîn. Rêber Apo ev lîstik dît û pûç kir. A niha wekî Sûriye û Iraqê heke li dijî Îranê êrişek pêk were, hêza herî birêxistin û mobîlîze Kurd in. Ji bo berterafkirina vî tiştî wekî êrişa li dijî Sedam ji bo qanihkirina Tirkan di sala 1998-1999’an de li dijî Rêber Apo komployek hate kirin. Beriya êrişên li dijî Îranê jî hewl tê dayîn ku li hemberî pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdan û Tevgera Azadiyê komployek were kirin. Ne tesaduf e ku ev komplo li Sûrî û Efrînê hatibe destpêkirin. Heke Tirkiye ji Cizîrê heta Kobanê, Minbic, Serê Kaniyê û Dirbêspiyê dest bi dagirkirinê bike, deriyê dojehê wê were vekirin.”