Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, daxuyanî da saziyên çapemeniyê û diyar kir ku Rûsya ji bo ku Sûriye perçe nebe hewl dide ku di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Kurdên Sûriyeyê de nêrîneke hevpar pêk bîne. Lavrov, anî ziman ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê û nûnerên Kurdên Sûriyeyê di Hezîran û Kanûna 2016’an de bi navbeynkariya Rûsyayê 4 caran hevdîtin kirine û hevdîtin carinan rasterast, carinan jî bi rêya navbeynkaran pêk hatine. Lavrov, aşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê bi serokên YPG’ê re jî hevdîtin kirine û got: “Em bawer dikin ku wê ji vê diyaloga di navbera Sûriyeyiyan de sûd were girtin”  


 NAVENDA NÛÇEYAN