Ji aliyekî din ve jî hin aliyên komên çekdar ên radîkal ku xwe wekî muxalefeta Sûriyeyê ya hundîrîn binav dikin bi daxuyaniyekê armanca xwe ya avakirina dewleteke islamî aşkera kirin.
Li gorî agahiyan 13 komên çekdar ên ku niha li Sûriyeyê şer dikin dane xuyakirin ku ew koalisyona muxalefeta Sûriyeyê nas nakin û tu biryarên wan ên derbarê pêşeroja Sûriyeyê de jî nas nakin.
Daxuyaniya Esad
Serokê Sûriyeyê Beşar Esad, di hevpeyvînekê de ligel kanala Amerîka Latînî, bi tundî êrîşî siyaseta Amerîka bi giştî kir. Esad got daxuyaniyên piraniya berpirsên Amerîkî di piraniya Rêveberiyên Amerîka de ne cihê baweriyê ne. Bi gotina Esad, ji destpêka kirîza Sûriyê ve, siyaseta Amerîka li ser derewan hatiye avakirin. Esad got, piştî mijara bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê di 21’ê tebaxa bûrî de, Rêveberiya Amerîka asta derew û xapandinê bilindtir kir.
Serokê Sûriyê her wiha got Rêveberiya Amerîka tu nîşan li ser bikaranîna çekên kîmyayî pêşkêş nekiriye û ev yek tê wê wateyê ku ew derewan dike.
Di berdewamiya daxuyaniyên xwe de, Esad got Sûriyê bi hemû rêkeftinên ku îmze dike pabend e.
Ji aliyekî din ve hêjî Rûsya û Amerîkayê li ser fikreke hev beş li der barê çareserkirina rewşa Sûrieyeyê lihev nekirine.
Berpireskî amerîkî ji ajansa Reuters re ragihand ku heta niha welatê wî û Rûsya li ser proje-biryarekê derbarê Sûriyê de lihev nekirine.
Berpirsê ku navê xwe aşkere nekiriye got pêşketin di danûstandinan de hene li hîn ne gihiştine dawiyê û lihevkirin ne bûye. Berpirsê amerîkî bersiva wan daxuyaniyan dida ku hinek dîplomatên welatên Rojava gotibûn her pênc welatên xudan endamtiya herdemî di Konseya Ewlekariyê de li ser proje-biryarê lihev kirine. Piştî rêkeftina Amerîka û Rûsya li ser xistina çek û cebilxaneya Sûriyê yên kîmyayî jêr kontrola civaka navneteweyî de, hewlên derxistina biryareke navneteweyî berdewam in. Ji aliyê xwe ve, cîgirê wezîrê derve yê Rûsya, Guennadi Gatilov aşkere kir ku biryara navneteweyî wê behsa benda heftem bike, lê wê yekser cîbicî nebe.
MOSKOVA